Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Elî Ebdula peyameke sersaqî pêşkêş kir

Mesrûr Barzanî: Mamoste Elî Mamosteyê me bû
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî bi minasebeta wefata Cîgirê berê yê Serokê PDKê peyameke sersaqiyê pêşkêş kir ku ew jî tekesa vê peyama hane;

Bi minasebeta koça dawî ya Mamosteyê têkoşer û mezinê me Elî Ebdulah sersaqî pêşkêşî xwe, cenabê Serok Barzanî, malbeta birêz Mamoste û tevahiya endam û alîgirên partî û tevahiya Kurdên dilsoz dikim.

Mamoste Elî Ebdulah weke yek ji damezrênerên partî û wek Serkirdeyekî mezin çend caran weke Cîgirê Serokê partî tevahiya temena xwe bo xizmet kirina nîştiman dabîn kir, jiber vê çendê bi serfirazî navê Mamoste her tim weke kesayetiyeke mezin û bibando di nava dîroka bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de dimîne.

Xwedê jê razî Mamosteyekî jêhatî ya min û hijmareke zêde ji kadr û têkoşerên meydana siyasî bû, bîranîna vî têkoşera mezin hertim cem me bi zindîtî dimîne.

Xwedê mezin sebir û sebûrî bide tevahiya aliyan û cêyê Mamosteyê rehmetî jî beheşt be.

Mesrûr Barzanî

24.10.2017

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.