Hijmara PDKê bo hilbijartinan 178e

hijmara PDKê bo beşdarî kirin di hilbijartinan hat diyar kirin
کوردستان TV
100%

 

Komîsyona hilbijartinan hijmara part û aliyên siyasî bo hilbijartinan diyar kir.

Îro li Hewlêrê komîsyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê bi beşdariya nunerên part û aliyên siyasî civînek bo destnîşan kirina hijmara wan part û aliyên siyasî ku beşdariya hilbijartinan dikin lidar xist.

Di civîna han de nunerên tevahiya wan part û aliyên siyasî yên ku navên xwe bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê tomar kirine amadebûn.

Komîsyon bi rêbaza rakêşana bextekî ( şansî) hijmara aliyên siyasî diyar kir û di vê çarçoveyê de jî hijmara lîsteya partiya demokrata Kurdistanê ( PDK) bû hijmara 178 û biryare PDK bi vê hijmara han beşdariya hilbijartinan bike.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.