Çima Tirkiye û Îran li ser dijderketina serxwebûna Kurdistanê, Îsraîl dikin bihane?

gelo çima Tirkiye û Îran li dijî serxwebûna Kurdistanê ne
کوردستان TV
100%

 

Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Ceng Sagnic li ser dijderketina serxwebûna Kurdistanê ya Tirkiye û Îranê axivî û ragihand ku dijderketina li serxwebûna miletekî zehmet e û divê bo vê yeke jî bihane werin dîtin, ev bihane jî niha Îsraîl e.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê' derketibû. Piştî pêkanîna referandûmê di seride Tirkiye, Îran, İraq û gelek welatan bertek dabûn. Koordînatorê Programa Xebatên Kurdî li Navenda Moshe Dayan li Tel Avîvê Ceng Sagnic li ser referandûmê, îhtîmalê şerê li Kurdistanê û piştgiriya Îsraîlê bo kurdan ji Sputnikê re axivî.

‘EGER GELÊ KURDISTANÊ BIRYAREK BIDE, ÊDÎ HERKES DIZANE EV YEK DÊ BICIH WERE'

Sagnic ragihand ku pêkanîna referandûmê pêngaveke gelek girîng bû û got: "Ev yek cidiyeta gelê Kurdistanê îspat kir. Her milet bivê yekê cidiyeta xwe ya insanî nîşanî dinyayê dide. Ji ber vê dema hikûmeta Kurdistanê ku biryara referandûmê da, kesî ji me bawer nedikir ku em ê referandûmê bikar bînin. Ev nebawerî nîşaneya, ku gelê dinyayê ji baweriya me û cidiyeta me bawer nedikirin. Piştî encamdana referandûmê, cidiyeta me hat dîtin û ev yek tiştên nû bi xwe re anî. Ji îro şûnde eger hikûmet û gelê Kurdistanê biryarek bide, êdî herkes dizene ev yek dê bicih were."

‘HERÊMA KURDISTANÊ JI HELWESTÊN TUNDTIR Û GIRANTIR RE AMADEBÛ'

"Helwestên Tirkiye, Îran heta ya Iraqê jî, tiştên nedîtî nebûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji van tiştan re amade bû. Ji bo helwestên girantir, tundtir amade kiribû. Ji ber ku li Tirkiye û Îranê hejmarek zêde kurd hene, helwestên bi vî rengîn asayî tên dîtin. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke gelek bi zehmet ku dewleteke bikaribe êrişî herêmê bike. Herçiqas welatên rojava piştgiriya xwe yê bo referandûmê ne ragihandin jî, piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin. Em bawer nakin ku eW welat li dijî gefên li ser Kurdistanê bê deng bimînin û Kurdistanê tena serê xwe bihêlin."

‘GELEK ÇEKÊN PÊŞKETÎ DESTÊ PÊŞMERGE DE HENE Û KURDISTAN JI ŞER RE AMADE YE'

Lêkolînerê kurd destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di warê leşkerî de, herwiha hêza pêşmerge gelek bihêz e xwe pêş birine û wiha pê de çû: "Bi taybetî piştî serê DAIŞê ya 2014an gelek çekên pêşketî ketine destê pêşmerge. Pêşmergeyên Kurdistanê jî di ware perwerdekirinê de jî pêşketîne û ji şerek re jî amadene. Kurdistan ji şer natirse. Serkirdeyên Kurdistanê ji şer natirsin û bo şer jî amadene."

 ‘WELATEK WEK KURDISTANÊ BO ÎSRAÎLÊ GELEK GIRÎNG E'

Sagnic diyar kir ku, "Em nizanin kîjan welat piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike, kîjan welat nake. Çîmkî welatên ku peywendiyên dîplomasî bi Iraqê re hebin, nikarin eşkere bibêjin em serxwebûnê nas dikin. Ji ber ku pêwendiya Îsraîlê bi Iraqê re tine ne, Îsraîl rihetir piştgiriya xwe bo referandûmê ragihand. Em nizanin welatek din, li Ewropayê, li bakur, Rûsya, Çîn Fransa û Kanada gelo li dijî serxwebûna Kurdistanê ne anjî piştgiriyê didin serxwebûnê. Ji aliyê din ve hemû kes jî dizanin ku welatek bazirgan,demokrat, aştixwaz û tolerans ji bo Îsraîlê gelek girîng e. Pêwendiyeke kevn di navbera kurdan û dewleta Îsraîlê de heye. Hejmarek zêde cihûyên kurd li Îsraîlê hene û tesîreke mezin li hikûmeta Îsraîlê dikin. Piştgiriya Îsraîlê bo Kurdistanê heye. Lê em nizanin gelo Îsraîl dema Kurdistan bikeve tengasiyê alîkariyê bide Kurdistanê."

 ‘LI DIJÎ DERKETINA SERXWEBÛNA MILETEKE GELEK ZEHMET E'

Sagnic da zanîn ku dijî derketina serxwebûna mileteke gelek zehmet û divê bo wê yekê jî bihane werin dîtin û got: "Di sala 2017an de li dijî derketina serxwebûna mileteke ji bo dewleteke gelek zehmet e. Ji bo vê yekê jî divê bihanekî li dijî vê tiştî bisekinî. Ev bihane jî hin caran Îsraîlê, hin caran jî projeya Kurdistanê wek projeya sîyonîst û komplo nîşan bide. Lê em dizanin ku kurd ne ji bo Îsraîlê daxwaza serxwebûna xwe bike. Ev daxwaza kurdan berê avakirina dewleta Îsraîlê ye. Referandûm mafeke navneteweyî ye. Her dewleteke nikare li dijî referandûma gelek derkeve. Bihaneyan ji xwe re peyda bikin û dijitiya mafê serxwebûnê bikin."

Ji sputnikê hatiye vergirtin

 

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.