Êrîşî ser baregeheke PDKê hate kirin

êrîşî ser navenda şaxa 19an ya PDKê hate kirin
کوردستان TV
100%

 

Li Çemçemalê êrîşî baregeha şax 19an ya PDKê hate kirin.

Îro di seat yekê nîwroyê li bajarê Çemçemalê çend çekdarên nenas bi çekên qirnas êrîşî ser baregeha şaxa 19an ya PDKê ya li vê bajarê kirin.

Her çend di encama êrîşa han de ti zirar û ziyaneke canî pêk nehatiye lêbelê zirarên madî gehêştine baregehê û çend tirimbîlên karmendên şaxa 19an ya PDKê.

Her di wê derbarê de berpirsê şaxa 19an ya PDKê li Çemçemalê ji malpera dezgeha setelayta Kurdistanê re diyar kir ku di encama êrîşa han de zirar bi 12 tirimbîlên karmendan gehêştine û ew kesên ku êrîşa han pêk anîne kesên naskirîne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.