Rewşa Tirkiyeyê ya piştî 24ê Hezîranê

sîstema cîhanî dixwaze di şerê dijî Îranê de fêde ji Tirkiyeyê werbigire lê eger Tirkiye qebûl neke vê Tirkiye rastî dijwariyên mezin were
Erdelan Goran
100%

Tişta herî zêde tê mêraqkirin ewe ka gelo vê AKP û Erdogan dûbare serkevin an na? serketin anjî ser neketina AKP û Erdoganê vê bandoreke çawe li ser rewşa Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê bike?

Niha Tirkiye di warê abûrî de rastî qirîzeke gelek dijwar hatiye ku ji qirîza serdema hikûmeta Ecevîtê jî dijwartire û her roj banka navendî ya Tirkiyeyê biryarek der dixe lêbelê sermayeya cîhanî bi taybetî siyaseta cîhanî yaku Erdogan ta astekê ji çavê xwe der xistiye, hertim nirxa dolar li hember lîreya Tirkî bilindtir dike û ew yek jî bûye sedem daku abûriya Tirkiyeyê rastî qirîz û arîşeyên gelek mezin û bêçareser bibe.

Ji aliyeke dinve  hevşan li gel qirîza darayî niha li Tirkiyeyê qirîzeke civakî ya berfire jî heye û civaka Tirkiyeyê jî bi awayekî kûr perçe bûye û alîgirên Erdogan û AKPê alîgir û endamên opozîsyona vê welatî bi xayîn û kafir wisif dikin.

Ev qirîza civakî li gel qirîza darayî li Tirkiyeyê bûne sedema dirostbûna rewşeke gelek lerzok û nazik û her dem mimkune teqîneke civakî anî qirîzeke gelek dijwar ya abûrî yaku bibe sedema têkçûna hikûmetê, biqewme.

Tirkiye di rewşeke wisa de diçe hilbijartinên 24ê Hezîranê, hevpeymana AKP û MHP ku her roj dibîne rêjeya dengê wan kêm dibe plan û dafikên nû bo zêdetir kirina dengên xwe û xapandina civakê amade dikin, yek behsa der kirina lêbûrîna giştî û ya dinjî behsa lidarxistina operasiyoneke leşkerî li dijî Qendîlê dike. Bê goman ew tiştên han mimkune hin armancên leşkerî li pişta wan de hebe lêbelê tişta herî zêde diyare ew ku armancên siyasî li pişt wan tiştan de heye.

Erdogan û AKP ji vê yekê ditirsin ku careke din nikarin bibin desthilat anjî li parlementoyê nebin xwedan piraniya dengan, eger wisa be AKP û Erdogan rastî şikesteke gelek dijwar tên û vê çarenivîsa wan gelek were guhertin, AKP û Erdogan ji vê yekê gelek ditirsin jiber vê çendê hewl didin daku li 24ê Hezîranê de careke din temena desthilata xwe dirêj bikin, lê mimkune gelek zehmet be.

Erdogan û AKP bo ku vê carê jî bikaribin temena xwe ya siyasî dirêj bikin gelek hewl didin daku HDP di bin berbesta ji sedî 10ê (baraj) hilbijartinan de bimîne bo ku hijmara parlementerên xwe zêdetir bikin û bibin piranî li parlementoyê. Herwiha Erdogan bo vê mebestê jî gelek tiştên sosret dibêje û sozên balkêş dide, mînak zankoya ku beriya 2000an hatiye vekirin dibêje min vekiriye, behsa qehremaniya xwe, baş kirina rewşa abûrî, erîşên leşkerî yên li dijî PKKê û Kurdan dike.

Bêgoman carê zûye ku mirov bêje gelo Erdogan dikare bi wan gotin û kiriyarên xwe bigehêje armancên xwe an na, lazime li benda 24ê Hezîranê bin.

Senariyoyên ku bo Tirkiyeya piştî 24ê Hezîranê tên pêşbînî kirin ewin:

1-Sîstema cîhanî Erdogan û desthilatdariya Erdogan ji ber nizîkbûna Tirkiye li gel Rûsiye û Çînê û herwiha jiber bêrêziyên ku Erdogan û AKP li Îsraîl û Yehûdiyan dikin, ji çavê xwe derxistiye, lê jiber ku sîstema cîhanî li dijî Îranê meşxûlê ava kirina eniyeke hevbeşe û dixwaze Tirkiye jî bixe nava vê eniyê, naxwaze zextan li Tirkiyeyê bike, lê eger Tirkiye daxwazê sîstema cîhanî qebûl neke, vê carê sîstema cîhanî hikûmeta Erdogan tûşî qirîzeke dijwar ya abûrî bike û di dawî de hikûmet neçarî hilweşandinê bike.

2- Erdogan tevahiya hewlên xwe bi tevger kiriye ku dûbare bibe desthilat, bo vê yekê gelek tişt dike û dibêjem eger piştî 24ê Hezîranê Erdogan û AKP dûbare bibin desthilat, û AKP û Erdogan serê xwe bo sîstema cîhanî netewîne vê demê, vê temenê hikûmeta AKP û Erdogan gelek kurt be.

3- Sîstema cîhanî weke kar li dijî Erdogan hewl dide opozîsyona Tirkiyeyê bi taybetê berbijêrê CHPê bo Serokatiya Tirkiyeyê li ber çavê xwe şîrîn nîşan bide, jiber ku dizane ku berbijêrê CHPê vê kesek be nîzî welatên Rojavayî û sîstema cîhanî.

4- Eger opozîsyon anjî berbijêrê opozîsyonê dengên zêdetir ji dengên Erdogan bidest bixe û AKPê jî weke pêwîst dengan bidest nexe, vê demê vê rewşek weke rewşa piştî 7ê Hezîrana 2015an li Tirkiyeyê were jiyanê û Erdogan hêzên xwe yên nepen bixe tevgerê û li Tirkiyeyê teqînan bikin bo ku bêje : AH eger AKP û Erdogan nebin Tirkiye rastî çi cure karesat û rewşan tê, û bi vê rengî bi çav tirsandina xelkê biryara dubare kirina hilbijartinan dide û hilbijartin têne dubarekirin.

5- Eger AKP û Erdoganê ku ji çavê sîstema cîhanî ketine, di 24ê Hezîranê de dengên pêwîst bidest nexin û opozîsyon serkeve û Erdogan hewla dubare kirina hilbijartinan bide, vê demê ne rewşa abûriya Tirkiyeyê taqeta vê yekê dibe, ne jî rewşa civakî ya Tirkiyeyê, û sîstema cîhanî jî rê nade ku Erdogan tişteke wisa bike, jiber vê çendê mimkune ku rewşa Tirkiyeyê gelek aloztir bibe û mimkune derfet jî ji bo kûdetayeke rasteqîn ya leşkerî çê bibe.

Erdelan goran

 

Tirkiye
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.