Gelo Efrîn ji Kurdistanê tê veqetandin?

veqetandin Efrînê û pêşî girtin ji gehêştina Kurd bo ser behir xewne ku cîhbicîh kirina wê gelek zehmete
Erdelan Goran
100%

 

Şerê navxweyî yê Sûriyayê heta çend mehên din derbasî 8 saliya xwe dibe. Di nava wan heft salên derbasbûyî de bazneya şerê nava Sûriyayê di çarçoveya hêzên rejîmê û artêşa azad ( yaku ji tevgerên çekdar yên radîlak pêk hatiye) û cîhadiyên radîlak de bi hevkarî û piştgîriya hêzên herêmî bû lê şer di heft saliya xwe de bû şereke berfire ya cîhanî, şerek ku gelek hevsengiyên siyasî, leşkerî û steratejîkî guhert.

Di şerê Sûriyayê de yaku herî zêde zirar dît xelkê vê welatî bû, lê em niha behsa rewşa xelkê Sûriyayê nakin belku hin mijarên din yên gelek girîng hebe ku lazime werin ravekirin.

Yek ji wan mijaran ku gelek balkêşe rewşa tevgerên cîhadî û radîkale, jiber ku şerê Sûriye û şerê Îraqê yaku çavkaniya wê jî şerê Sûriyeyê bû, bûn sedem daku cîhadiyên radîlak li seraserê cîhanê berê xwe bidin Sûriye û Îraqê. Li Îraqê hêdî hêdî dawî bi wan çekdarên radîlak yên sune tê lê çekdarên radîlak yên şiî û hevdem hevpeyman û hevalbendên Sûriyeyê ne li Îraqê bihêztir dibin.

Yek ji wan tevgerên radîlak û cîhadî DAIŞ bû ( DIŞI) ku niha li ser destê hêzên Kurdî û hevpeymaniya cîhanî weke çawe li başûrê Kurdistanê û Îraqê rastî şikestê hatin niha li Sûriyeyê jî nêzî dawiya xwe û îflas kirina xelafeta xwe bûne. Di destpêka şerê dijî DIŞIê ya li Sûriyeyê de hin welatên derdor bo ku DIŞI şerê dijî Kurd bike û bajar û gundên Kurdistanê bixe bi desthilata xelafeta xwe, gelek hevkariya DIŞIê kirin lê encamp têk birina xewna DIŞIê û plana wan welatên herêmî bû. Hevşan li gel bikar anîna DIŞIê li dijî Kurd û Kurdistanê, welatên herêmî hin hêzên din yên cîhadî û radîkal yên weke Nusra, Qaîde, Sultan Murad û çend tevgerên din li dijî Kurdan û dijî rejîma Beşar Esed bikar anîn.  Kurd karîn heta asteke berçav ev plan û metirsiyên han jî li ser xwe dûr bixin lê rejîma Beşar Esed bi hevkariya hevalbendên xwe yên herêmî û cîhanî hîn jî şerê xwe li dijî wan didomîne.

Ji aliyeke din ve jî Amerîka û Rûsya planeke nû ya li dijî çekdarên şiî yên radîkal weke plana wan ya li dijî radîkalên sune amade kiriye û dixwazin wan radîkalên şiî jî li ser sê goşeya sînorên Îraq, Sûriya û Urdin kombikin û daku derbên dijwar ji li wan radîkalên şiî bidin jiber ku ew çekdarên han jî weke metirsî bo ser ewlekariya deverê tên nasîn.

Plana ku Amerîka û Rûsya bo pêşeroja Sûriyeyê amade kirine pêk hatiye ji Sûriyeyeke sê beşî yaku başûr di destê Esed de be, bakûr di destê Kurd û naverast û beşek ji rojhilatê vê welatî jî di destê suneyên hevpeymanên Amerîka de be. Di çarçoveya vê plana han de vê Kurd ji Tilrefetê heta çiyayê kirmanc anjî ser behrê vê hevpeymanên Rûsiyeyê bin û li gel Rûsyayê tev bigerin û Kurd ji Tilrefetê heta sînorê simêlka û başûrê Dêrazorê jî hevpeymanên Amerîkayê bin. Mimkune were gotin ku ew plan tişteke ne gengaze, raste dema li rewşa siyasî û leşkerî bimizînin wisaye lê di warê enerjî de ne wisaye û cîhbicîh kirina plana han jî gelek asane. Jiber ku di çarçoveya plana han de, Beşar Esed weke hevpeymanê Rûsyayê li ser desthilat dimîne, Kurd dibin hevpeymanên du hêzên dijî hev ku Amerîka û Rûsiya nin û ew her du welatên han dibin sûdmendên çavkaniyên enerjî yên Kurd û him jî suneyên ku welatên erebî û hin welatên herêmî hevkariya wan dikin û dixwazin ji desthilata şiî ya Bexda û Dimeşqê cuda bibin, dibin xwedan pêgehek ku him nêzî Amerîkaye him jî nêzî Rûsyayê ye.

Lê ji bo cîhbicîh kirina plana han lazime cîhadiyên şiî û sune li Sûriyeyê werin ji nav birin, plana ji nav birina şîiyan amadeye lê hîn jî neketiye meriyetê û niha plana dijî radîkalên cîhadî yên sune ketiye meriyetê û piştî palan radest kirina Helebê mezintirîn û girîngtirîn plane ku bi hevbeşî di navbera Amerîka û Rûsyayê hatiye amade kirin û niha jî tê cîhbicîhkirin. Pêvajoya radest kirina Helebê wisa kir daku hin welatên herêmî yên weke Tirkiye û çend welatên kendavê bo dom kirina desthilata Esed pişt li tevgerên çekdarî yên radîkal bikin ku beriya niha hevkarî û piştgîriya wan dikirin, ew yek jî bû sedema têk çûna hevsengiyên herêmî û ava bûna hevsengiyên nû yên herêmî ên di bin sêya hevsengiyên hêzên cîhanî de.

Qonaxa Îdlib jî qonaxa dawî anîn bi hevsengiyên berê yên herêmiye. Weke tê zanîn niha Îdlib di destê cîhadiyên Nusra û paşmayiyên Qaîdeyê deye. Ew her du tevgerên han beriya niha hevpeymanên Tirkiye, Siûdiye û Qeterê û çend welatên din yên sune ên deverê bûn, li niha ew welatên han bi taybetî Tirkiye neçare şerê dijî wan tevgeran bike. Ew tevgerên ku Tirkiye li dijî Kurd wan bikar dianî û wan pirçek dikir, ev tevgerên ku Tirkiye ji wan re digot birayên min û pişta xwe dabû wan û li ser asta navxweyî ya Tirkiyeyê de jî weke tevgerên azad û yasayî karên xwe dimeşandin.

Li gor vê plana Amerîka û Rûsyayê bo paqêj kirina Îdlibê Tirkiye neçare ew cîhadiyên ku bo xwe mezin kiribû û dixwest bi rêya wan li Sûriyayê bibe xwedan pêgeh, şerê wan bike anjî wan bi awayekî veşartî veguhêze Tirkiyeyê daku pevçûn neqewme.

Lê navroka plana Rûsya û Amerîkayê rê bi Tirkiyeyê nade ku Tirkiye wan veguhêze, jiber ku di plana han de vê Rûsya ewlekariya derve û derdorê Îdlibê biparêze û Tirkiyeyê jî bikeve nava bajar û ewlekariya navxweyî ya bajarê biparêze. Wateya vê yekê ewe ku Tirkiye tenê li ser asta navxweyî ya Îdlibê de dikar tevbigere û ti maf û desthilateke vî ya li derveyê Îdlibê tuneye û nikare li hember bûyer û pêşhatên derveyê Îdlibê de ti gavek bavêje.

Tirkiye dizane bi qebûl kirina vê planê xwe xistiye nava çi metirsî û aloziyeke mezin ve ku vê bandorê jî li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û çarenivîsa wî welatî. Lê Tirkiye jiber xewna xwe ya li dijî Kurd ew yek qebûl kiriye.

Tirkiye wisa dizane ku dikare di çarçoveya vê plana han de Efrînê ji Kurdistanê veqetîne û li gor gotina Tirkiyeyê rê ji gehêştina Kurdan bo gehêştin bo ser behr û yekxistina Rojavayê Kurdistanê bigre, ew tişteke ku Tirkiye hêviya vê dixwaze lê xewne bo Tirkiyeyê û Tirkiye di hesreta vê xewna han de rastî şerên gelek mezin bibe. Jiber ku hêzên cîhanî û herwiha pêdiviyên cîhanî yên bi enerjiya Kurdistanê ti car rê nadin ku Tirkiye ew xewna xwe bicîh bîne.

Tirkiye dibêje ez li Bakûrê Îdlibê heta Tilrefetê biçim û di navbera Îdlib, Tilrefet û Babê de herêmek bo xwe ava bikim û bi vê rengî Efrîn dor pêç bikin û ji Kurdistanê veqetînim û dema ew yek pêk hat vê Kurd bi ti awayî nikaribin Kurdistan yek bixin û bigehêjin ser behrê. Lê ev plan û xewna Tirkiyeyê nayê cîhbicîhkirin. Jiber ku Tirkiye neçare di nava Îdlibê de şerê wan cîhadiyan bike ku beriya niha hevkariya wan dikir. Tirkiye nikare ew plana han cîhbicîh bike jiber ku cîhan û hêzên cîhanî bi taybetî Rûsya û Amerîka kiriyarên serekî yên enerjiya Kurdistanê ne û ne Rûsya û nejî Amerîka naxwaze enerjiya Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ve bikeve bazarên cîhanê. Rûsya ji Efrînê ta çiyayê Kirmanc û keraxên behra spî vê Kurdan serdest bike jiber ku Rûsya bi vê yekê hem Amerîka tengav dike û ew yek her dem weke karteke zext lêkirinê li dijî Ameîrkayê bikar tine, him jî Rûsya devereke gelek steratejîk ya li Bakûrê Rojavayê Sûriyayê dixe destê xwe û ew yek jî hebûna steratejîk ya Rûsyayê li Sûriyayê bihêztir dike.

Amerîka jî bi ti awayî naxwaze petrol û gaza herêma Rêmîlan û Dêrezorê bi rêya Tirkiyeyê, Tirkiyeya ku her ku diçe ji Amerîkayê dûr dikeve û nêzî Îran û Rûsyayê dibe veguhêze. Amerîka bo veguhestina ew çavkaniyên enerjî bi rêya behra spî ve vê li Başûr û Başûrê Rojhilatê Sûriyayê hin tevîzan bide Rûsyayê û Rûsye jî ew yek qebûl bike. Lewre liwir tişta ku dikeve ser Tirkiyeyê tenê paqêj kirina ew gemarên xwe ye ku li Îdlibê hatine komkirin û xewna veqetandina Efrînê ji Kurdistanê û pêşî girtin ji korîdora Kurdî yaku Tirkiye li dijî radiweste, xewneke ku nayê cîhbicîhkirin û cîhbicîh kirina vê xewna han jî dibe sedema têkçûna têkiliyên navbera Rûsiya û Tirkiyeyê, jixwe têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê di xirabtirîn qonaxa xwe dene. Herwiha her pêngaveke Tirkiyeyê bo dorpêç kirina Efrînê û pêşî girtin ji korîdora Kurdî vê bandoreke gelek xirab li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê bike û mimkune bibe sedema têkçûna rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û destpê kirina proseseke cîhanî bo îzole kirina Tirkiyeyê.

Erdelan Goran

 

 

Kurdistan
دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.