Rojhilata Navîn di wan rojan de dibe qada guhertinên mezin

vê projeya welayetê bibe sedema dawî hatin hejmûna hin welatên deverê.
Thumbnail

 

Piştî têk birina projeya xelafeta îslamî yaku terorîstên DIŞIê bi hevkarî û piştgîriya hin welatên Rojhilata Navîn hewl didan daku cîhbicîh bikin û Rojhilata Navîn bixin bi ala reş ya xelafetê, hevsengiyên siyasî, leşkerî û steratejîkî yên li Rojhilata Navîn hatin guhertin û hevsengiyên nû hatin avakirin.

Beşek ji wan welatên sune yên herêmê yên ku di dema derketina DIŞIê de, destê xwe li dabûn destê hin welatên din yên şiî ên li deverê de û dixwestin bo rizgar kirina Beşar Esed DIŞIê bikar bînin û li hin deveran jî xelafeteke kevneperest ya îslamî ava bikin, piştî têk çûna projeya xelafetê, bûne neyarên wan welatên şiî yên ku hevpar û hevpeymanên hevûdu bûn.

Piştî têk çûna têkiliyên steratejîk û taktîkî yên di navbera wan welatên sune û şie de, vê carê hevsengiyên steratejîkî û taktîkî yên cîhanî jî rastî hin guhertinên bingehîn han, di çarçoveya wan guhertinan de jî rola Amerîkayê li deverê de hinek lawaz bû û rola hevpeymaniya navbera Îsraîl û hin welatên sune li deverê de zêdetir bû.

Êrîşên Îran, Îraq û Tirkiyeyê bi hevbeşî bo ser Kurdistanê piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, amajeya yekem ya têkçûna hevsengiyên navbera welatên herêmî di dema DIŞIê de bû.  Raste çarçove û asta wan êrîşên sê alî bo ser Kurdistanê tenê di çarçoveyeke bertesk ya herêmî de bû, lêbelê bêdengiya xwedan sozên cîhanî li deverê de jî asankarî bo wan êrîşan kir.

Êrîşên li dijî Kurdistanê bi wateya destpê kirina proses û pêvajoyeke nû ye li Rojhilata Navîn de. Bêgoman ew yek tenê bi Kurdistanê re nesînordare jiber ku li Liban, Filistîn û Îraqê de jî vê guhertinên gelek mezin werin meydanê û ew guhertinên han yên ku seda sed dibin sedema ji nûve darêştina nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, vê gelek bandorê li ser hevsengiyên cîhanî jî bikin.

Hêz û aliyên statîkoparêz yên li Rojhilata Navîn yên ku ji dewleta serbixwe ya Kurdistanê, îrade bûna Kurdan û bihêz bûna pêgeha Kurdan ditirsan, projeya xelafetê xistin meydanê û cîhadiyên terorîst yên DIŞIê har kirin daku êrîşî ser her du beşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikin, lê piştî sê salan ev projeya wan ya reş têk çû û pêgeha Kurdan li wan her du beşên Kurdistanê bihêztir bû û li ser astê cîhanî jî Kurd bûn faktereke girîng û serekî bo çê bûna hevsengiyên nû li deverê de. Ew aliyên statîkoparêz ku ew yek dîtin, vê carê wenêrîneke din bo proje û steratejiyeta xwe ya li dijî Kurd bi taybetî piştî referanduma Başûr û azad kirina Reqa li Rojavayê Kurdistanê kirin. Jiber ku lidar xistina referandum û azad kirina Reqayê peyamên gelek girîng û dijwar dan wan hêz û aliyên statîkoparêz.

Ev du destkeftên dîrokî yên Kurdan, xwen û xelayên statîkoparêzan têk dan lewre statîkoparêzên deverê jî bi taybetî Îran, Tirkiye û Îraq dest xwe kirin yek û li dijî Kurdan dest bi bikar anîna projeyeke nû ya şiî a bi navê welayetê kirin. ( welayeta Feqî yaku şiiyên Îranî dixwazin li Rojhilata Navîn de cîhbicîh bikin).

Pêngava yekem ya vê projeya han di saya îxaneteke navxweyî ya Kurdî de, li Kerkûkê û hin deverên din yên Başûrê Kurdistanê bi awayekî serkeftî hate cîhbicîhkirin lê belê pêngav û merheleyên din yên cîhbicîh kirina vê projeya han netenê hatin astengkirin belku bûn sedema vê yekê daku hevsengiyên nû li dijî projeya welayetê jî werin avakirin.

Di saya wan hevsengiyên nû yên ku li dijî projeya welayeta şîiyan de hatine avakirin, vê gelek guhertinên mezin li Rojhilata Navîn de biqewmin. Di encama wan guhertinan de jî Kurd li Başûrê Kurdistanê vê wan deverên ku di encama îxaneteke navxweyî de ketibûn destê cîhbicîkarên projeya welayetê dûbare azad bikin û pêgeha dewleta Erebî ya Îraqê yaku di bin kontrol û desthilata Îranê deye vê gelekî were lawazkirin.

Lê guhertinên han tenê ne ewin belku, li Liban, Felestînê jî gelek tiştên din biqewmin. Her yek ji Siûdiye, Îsraîl û hin welatên Erebî yên sune yên ku li dijî projeya împeratoriyeta Farsî ya şiî a Îranî ne, hevpeymaniyeke nû ava kirine, ev hevpeymaniya han weke hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê, vê di şerê heşda şebî de weke cîhbicîhkarê serekî yên projeya welayetê, piştgîriya Kurd bike.

Hewriha hevpeymaniya sune û Rojavayî ya li dijî projeya welayetê, bo razî kirina welatên sune vê li Felestînê projeya çareseriya du dewletan di navbera Felestîn û Îsraîlê de, li ser pêşniyar û pêşengiya Îsraîlê qebûl bike. Hevdem li gel qebûl kirina vê projeya han û ava kirina dewleta Felestînî, vê li Libnanê ew dewleta kur  yaku Hizbulah bi organîzatorî û piştgîriya Îranê bo xwe ava kiriye were hilweşandin û desthilateke sune û mesîhî ya bihêz li Libnanê were serkar.

Hevdem li gel wan pêngavan, Kurd jî vê heşda şebî ji axa Kurdistanê der bixe û hikûmet û desthilata Bexdayê yaku di bin sêya Îranê deye lawaztir bike û hêzên cîhanî yên weke Amerîkayê jî li hember lawazkirina dewleta Bexdayê bêdeng bimînin jiber ku Amerîka û hêzên din ti baweriyeke wan bi hikûmeta niha ya Îraqê bo dûr xistina Îraqê ji destwerdanên Îranê nemaye.

Ji aliyeke din ve jî hevpeymaniya Erebî yaku li Yemenê bi Serokatî û pêşengiya Siûdiyeyê şerê hosiyên ser bi Îranê dike, çarçoveya şerê xwe berfiretir bike û derbên steratejîk yên leşkerî li çavkaniya projeya welayetê ku Îrane bidin.

Bi wan pêngavên sê merheleyî vê hem projeya helala şiî li Rojhilata Navîn de were jinav birin, hem jî xeyala ava kirina împeratoriyeta Fars ya Îranê têk bibin û him jî Rojhilata Navîn ji nû ve dîzan bikin.

Di çarçoveya vê dîzana nû ya Rojhilata Navîn de vê Tirkiyeyê jî jiber nizîkbûna Tirkiyeyê li gel grûp û taqimên radîkal yên cîhadî, gelek tengav bikin û wisa li Tirkiyeyê bikin ku ji tîmên cîhadî û radîkal li gel hevpeymaniyeke sokolar, yek ji wan hilbijêre. Lê Tirkiye ku hertim hewl daye daku him li mizgeftê be him jî li dêrê, vê vê carê yan mizgeftê ji dest bide anjî dêrê û di her haleteke wisa de vê Tirkiye tengav bibe û Tirkiyeya ku heta niha dijî dewleta Kurdistanî bû, neçarê dewleta Kurdistanî were kirin jiber ku ne li Sûriyayê û ne jî li Îraqê ti sinor û deriyeke Tirkiyeyê bi cîhana Ereb re namîne û ji dû aliyan ve vê cîranên Tirkiyeyê bibin Kurd.

Li Îranê jî piştî lêdana derbên steratejîk yên leşkerî li Îranê, vê hêzên cîhanî opozîsyon û hêzên navxweyî yên Îranê xurtir bikin û wan li dijî rejîma Îranê bikar bînin û bi vê rengî jî Erebên li Ehwazê, Belûç û Kurd jî serî hilbidin û daxwaza mafa çarenivîsa xwe bikin û daxwazên wan jî vê di demeke ne dirêj de bi hevkarî û piştgîriya hêzên cîhanî werin cîhbicîhkirin.

Bi vê awayî hem projeya sepandina hejmûna welayeta Feqî li Rojhilata Navîn tê têkbirin û him jî li ser destê hevpeymaniya nû ya sune û Rojavayiyan, Rojhilata Navîn ya nû were avakirin û di Rojhilata Navîn ya nû de, vê dewleteke bihêz ya Kurdistanî, dewleteke sune ku ji suneyên du welatan pêk hatiye, dewleteke elewî ya lawaz û neyarê Îranê û dewleteke şiî yê lawaz û bi dewletên sunî dorpêçkirî werin damezrandin.

Erdelan Goran