Qehremanê sexte yê Bexdayê ji diyalogê fêm nake

tenê rêyek li berdem Ebadî de dimîne û ew jî ewe jiber wan tiştên ku li hember gelê Kurdistanê kiriye daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurdistanê bike
Thumbnail

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku beriya çend rojan qaşo serkeftina xwe ya li hember DIŞIê ragihand dibû, di gotara xwe de yaku li berdem hêzên leşkerî yên Îraqê de pêşkêş kir, bi ti awayî behsa rola hêzên pêşmerge ya di warê azad kirina deverên Îraqî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn dagîrkirin, nekir.

Sedema vê yekê jî bo bûyerên 16ê Cotmehê vedigere. Ebadî ku di 16ê Cotmehê de karîbû bi encama xiyaneteke navxweyî ya Kurd de û herwiha bi hevkariya pasdar û meleyên Îranê, artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî bişîne ser Kurdistan û gelê Kurd, wisa hizir dike ku bi rastî bûye qehremanê Îraq û cîhana ereb, lê nizane ku qehremaniya vî û serkeftina vî jî sexteye.

Ebadî ku gelek ji encamên xiyaneta navxweyî ya 16ê Cotmehê yaku li gelê Kurd û Kurdistanê li Kerkûk û derdorê hatibû kirin gelek kêfxweş û serxweş bûye, niha weke Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li hember gelê Kurd û Kurdistanê tev digere, û heman rihiyet û eqiliyeta Sedam Husên li dijî gelê Kurdistanê û maf û daxwazên reva yên gelê Kurdistanê dimeşîne.

Ebadî hîn jî wisa hizir dike ku dikare bi darê zorê Kurdistan dagîr bike û gelê Kurdistanê neçar bike daku li hember vî serê xwe bitewîne, ew heman eqiliyet û zihiniyeta Sedam Husêne. Ebadî ku niha gelek ji xwe razî û mexrûr bûye û li gor xwe hesabê bo gelê Kurdistan û daxwazên reva yên gelê Kurdistanê nake, nizane ku li gel nêzîk bûna dema hilbijartinên Îraqê çi li benda vî ye.

Wisa hizir dike ku niha gelê Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji Ebadî û tank û topên vî û herwiha çekdarên vî yên şîî ku her wek terorîstên DIŞIê tev digerin, tirisiyane û serê xwe li hember vî tewandine û di hilbijartinên meha gulanê de, dengê xwe didin Ebadî û dubare bi dengên gelê Kurd vê bibe Serokwezîrê Îraqê. Ew xeyaleke girîng ya Ebadiye lê ew xeyala han xeyaleke nepejî û xave.

Ji ber ku beriya referanduma serxwebûna Kurdistanê yaku di 25ê meha Îlonê de hat kirin û piştî referandumê jî, Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê hertim tekezî li ser vê yekê kiribû ku Kurdistan amadeye bi diyalog û danûstandinê kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê çareser bike. Lê Ebadî û aliyên din yên Îraqê ku hesabên wan yên din hebûn, ew daxwaza Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê xist aliyek û bi cidî wernegirt.

Beriya xiyanet û bûyerên 16ê Cotmehê jî Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê bi awayekî rojane daxwaza Kurdistanê bo diyalog û giftûgoyê bi awayekî rojane dubare dikir, lê di dawî de Ebadî jî weke Sedam û rejîmên din yên Îraqê bi zora tank û topan bersifa Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê da û êrîşî hên deverên Kurdistanê kir û di encama xiyanetê de karî hin deverên Kurdistanî dagîr bike.

Her çend Îraq, Îran û Tirkiye gelek planên qirêj li dijî Kurdistanê amade kiribûn û gelek jî hewl dan daku ew planên han yên qirêj li dijî gelê Kurdistanê bixin meriyetê, lê berxwedana gelê Kurdistanê heta asteke berçav ew planên han vala derxist. Niha jiber vala derçûna wan planan û herwiha jiber ku Ebadî li gorî Tirkiye tevnegeriya û çekdarên vî nikarîn êrîşên xwe ber bi Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê bidomînin, Tirkiye ji Ebadî dûr ketiye.

Herwiha Îran jî ku roleke gelek girîng û serekî di bûyerên 16ê Cotmehê de lîstibû û Fermandarên Îranî û topxaneyên Îranî jî beşdariya êrîşan kiribûn, lê niha jiber nakokiyên ku di navbera Ebadî û serkirdeyên çekdarên heşda şebî de hene û herwiha jiber aloziyên navbera aliyên şîî li Bexdayê de Îran jî hêdî hêdî pişta xwe li Ebadî kiriye û li hember de piştgîrî dide kesên weke Malikî û serkirdeyên radîkal yên çekdarên şîî.

Jiber vê çend eger Ebadî ku xwe bi qehreman wesif kiriye lê di rastî de qehremaniya vî sexteye, helwestên xwe  yên li hember gelê Kurdistanê bidomîne, vê di meha gulanê de rastî şikesteke gelek mezin bibe. Jiber ku şîî li Îraqê deng bi Ebadî nadin belku dengê xwe vê bidin kesê ku ji aliyê Îranê ve hatiye kandîdkirin. Sune jî ji Ebadî ne razîne û dengê xwe didin kandîdê xwe. Dimîne Kurd û Kurd jî bi ti awayî deng nade kesê ku bi top û tankan bersifa daxwazên vî daye. Di encam de Ebadî yê ku dixwaze bi êrîş kirine ser Kurdistan û red kirina daxwazên gelê Kurdistanê xwe bike qehremanê netewî yê Îraqê, vê rastî şikestek were ku qet texmîn nedikir.

Bi îsrar bûna Ebadî li ser helwestên xwe yên militarist li dijî gelê Kurdistanê, red kirina destpê kirina diyalogê li gel Kurdistanê û herwiha der kirina biryarên sosret yên li dijî gelê Kurdistanê, vê çarenivîsa Ebadî weke ku Ebadî dixwest diyar neke, belku bi awayek diyar bike ku li gor dilê gelê Kurdistanê be.

Kurdistan naxwaze li gel Ebadî şer bike, lê Ebadî daxwaza şer dike û roj bi roj zextên xwe yên li dijî Kurdistanê zêdetir dike, ew tiştên ku niha Ebadî li dijî gelê Kurdistanê pêk tine, heman ew tiştên ku dema xwe Sedam û Malikî jî pêk anî bûn, lê dawiya Sedam û Malikî çi bû û çi bi serê wan hat?

Ebadî weke Serkirdeyeke Îraqî yê ku li Rojavayê perwerde dîtiye, jê dihat payîn ku kesekî demokrat be û ji bo diyalog û danûstandinan vekirî be, lê mixabin hêz, korsiya desthilat, xwesteka dom kirina desthilat û otorîte, eqilê Ebadî jî guhertiye û Ebadî  niha xwedan eqiliyeteke ku bi tundî diyalog û danûstandinê red dike, Ebadî ji xwe re dibêje ku eger ez daxwazên Kurdistanê bo diyalogê û herwiha zextên cîhanî yên bo destpê kirina diyalogê li gel Kurdistanê red bikim û gohê bi destûra bingehîn nedim, vê dikarim di dema hilbijartinan de, wan tiştan weke kart û alawên propagendeyê bo xwe bikar bînim û xwe bikim qehremanê netewî yê Îraqê û dubare korsiya desthilatê bo xwe misoger bikim.

Lê Ebadî nizane ku ev plan û hesabên vî, vê di hilbijartinên meha gulanê de, bibin sedema têkçûna desthilatdariya vî û dawî bi serdama vî jî tê.

Bo ku Ebadî dubare bikarêbe desthilata xwe li Îraqê bidomîne tenê rêyek li berdem vî de heye, ew jî ewe ku jiber tiştên ku heta niha li dijî Kurdistanê kiriye, daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurdistanê bike û bilez daxwazên gelê Kurdistanê pêk bîne û rûpeleke nû li gel Kurdistanê ve bike, beruvajî, vê alîgirên Îranê yên li Bexdayê dawî bi desthilata vî tînin û vê gelek kêşeyên siyasî, îdarî û civakî jî jê re çê bikin.

Erdelan Goran