Gelo Tirkiye piştî civînên Soçî vê çi bike?

xala sereke ya lihev kirina Rûsye û Amerîkayê bo pêşeroja Sûriyeyê, ava kirina federalîzme li Sûriyeyê
Thumbnail

Ev çend roje civînên taybet bi rewşa Sûriyayê yên ku li Soçî bi hevbeşiya navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê birêve diçin, bûne rojev û gelek alî û derdor wisa şîrove dikin ku Tirkiye û Îran aliyên serkeftî yên qirîza Sûriyeyê ne.

Ev şaştiyeke siyasî û hizriye ku mirov bêje Tirkiye û Îran serkeftiyên qirîza Sûriyeyê ne jiber ku ne Rûsya baweriya xwe ya hertimî bi Tirkiye û Îranê heye û ne jî lihev kirina navbera Rûsya û Amerîkayê ya derbarê Sûriya û pêşeroja Sûriyeyê de rê dide ku Îran û Tirkiye bibin xwedan pêgeheke bihêz li Sûriyeyê û rola wan di awakirina pêşeroja Sûriyeyê de hebe.

Beriya ku behsa naveroka lihev kirina Rûsye û Amerîkayê ya derbarê pêşeroja Sûriyeyê de bikim lazime behsa rewş û helwestên Tirkiyeyê yên ku piştî civînên Soçî vê li hember rewşa Sûriyeyê raber bike, bikim.

Di civînê Soçî de li gor zimana demûçavnasî anjî roxsarnasî, derket ku Erdogan di presskonferans û di civînan de jî xwedan demûçavek tirişkirî û daketî bû. Tirişbûn û daketî bûna demûçavên Erdogan ew yek îsbat dikin ku civîn ne li gor dilê Erdogan bûye û xuyaye ku Erdogan gelek tengav bûye. Jiber ku niha li Sûriyayê Erdogan wisa hatiye neçarkirin ku lazime beruvajiya siyast û steratejiya xwe ya berê, tev bigere û dev ji siyaset û steratejiya berê berde û siyaset û steratejiyeke nû bixe meriyetê.

Ew daxwaz Rûsyeyê ye ji Tirkiyeyê, Putîn bi eşkere li Soçî ji Erdogan re got: Siyaseta we ya li hember Beşar Esed, Kurd û tevgerên radîlak yên îslamî ên li Sûriyeyê siyaseteke şaşe û em ji niha pêde ew siyaseta han qebûl nakin, lazime Tirkiye têkiliyên xwe li gel Esed baş bike, li gel Kurdan ( PYD û YPG) bicive û dijatiya wan neke û herwiha dev ji alîkarî kirin û piştgîrî kirina tevgerên îslamî yên Radîkal berde.

Putîn herwiha ji Erdogan re gotiye, lazime bi nihênî jî be li gel rayedarên PYD û YPGê bicivin jiber ku ew jî vê bo kongreya nîştimaniya gelên Sûriyeyê hatine vexwandin.

Ev gotinên Putîn bo Erdogan bûne sedema têkçûna ruhiyet û demûçava Erdogan jiber ku Erdogan niha pêhesiya ku ketiye nava rewşeke ku nikare bi asanî jê rizgar bibe, eger têkiliyên xwe li gel Esed normal bike, vê jê re bêjin, tirsionk û vegerok, eger têkiliyên xwe li gel YPG û  PYDê normal bike, vê rastî rexneyên tund were, eger dev ji tevgerên çekdar yên îslamî ên radîkal jî berde vê li Sûriyeyê ti pêgeh û hêzeke Tirkiyeyê nemîne.

Jixwe yek ji xalên lihev kirina Amerîka û Rûsyeyê ya li ser pêşeroja Sûriyeyê ewe ku navbe ti welateke deverê li Sûriyeyê xwedan hêz, bandor û rol be.

Niha Erdogan amadeye bo dijatî kirina Kurdan û bo ku bikarêbe tiştek bike daku rê nede Kurd li Sûriyeyê bibe xwedan pêgeh û statîkoyek, dixwaze li gel Beşar Esed têkiliyên xwe normal bike û bo vê yekê jî heta niha du caran bi nihênî civiyane. Herwiha Erdogan soz daye Rûsyeyê dev ji tevgerên îslamî yên radîkal berde û Tirkiye li gel wan tevgeran jî pêk hatiye ku li Sûriyeyê jibo ku nebin armanca êrîşên Rûsye, Amerîka û Beşar Esed, şerê nekin û xwe nêzî wan deveran bikin ku di bin kontrola Tirkiyeyê dene. Erdogan dixwaze bi vê rengî dijatiya xwe ya li hember Kurdan kurtir bike. Lê ew  yek bo Erdogan naçe serî jiber ku xala yekemîn ya rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê bo pêşeroja Sûriyeyê, damezrandina pergaleke demokratîk û federale li Sûriyeyê, vê Amerîka li gel Kurd li Bakûr û beşek ji naverasta Sûriyeyê hakim be û Rûsye jî li gel Beşar Esed li Başûr û beşa din ya naverasta Sûriyeyê hakim be.

Ji xwe şîiyên ku biryar bû li hin deverên Başûrê Sûriyeyê werin bicîhkirin, ji devrê hatine derxistin û Îsraîl, Urdin û Amerîka jî bi ti awayî naxwazin şîi li Başûrê Sûriyeyê hebin. Vekêşandina Amerîkiyan li Tenef û herwiha dawî anîna hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên bo beşek ji çekdarên ser bi opozîsyona Sûriyeyê li Başûrê vê welatî  nîşaneya destpê kirin bi cîhbicîh kirina vê projeyê ye. Bi nehêştina şîiyan li Sûriyeyê, hem pêşî ji temam bûna helala şîi tê girtin, hem jî hizbulaha Libnanê tê lawazkirin û hem jî heşda şebî yaku li Îraqê weke artêşa Îranê tevdigere tê îzolekirin.

Di çarçoveya vê projeya han de, ti cê û ti pêgehek bo Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê nehatiye diyarkirin û eger proje were cîhbicîhkirin vê ew her du welat li Sûriyeyê werin derkirin. Jixwe Rûsye heta ku dawî bi tevgerên îslamî yên radîkal were li gel Tirkiyeyê kar dike û tev digere, piştî bi dawî hatina wan tevgeran, vê Rûsye sînorek bo Tirkiyeyê li Sûriye destnîşan bike û bi vê rengî rê nede ku Tirkiye li Sûriyeyê bibe xwedan pêgeh.

Erdoganê ku niha gefan li Efrîn û Kurdan dixwe, hîn jî bi vê lihev kirin û projeya han nehesiyaye, lê tişta ku dizane ewe ku Amerîka çekan jixwe re nade YPGê û projeyeke mezin ya wan heye. Erdogan dibêje projeya Amerîka û YPGê ya şerê dijî Tirkiyeyê ye anjî gehandina sînorê Kurdistanê bo behra Spiye. Ew tesbîta dawî ya Tirkiyeyê raste, Amerîka û Rûsye li ser gehandina sînorên Kurdistanê bo ser behra Spî lihev kirine, jiber ku kompaniyên Rosneft û Exxonmobil vê bi hevre petrol û gaza Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rêya boriyeke din veguhezin ser behra Spî.

Niha eger di çarçoveya vê projeya han de Tirkiye li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şerê dijî Kurd bike, vê Tirkiye gelek tengav bibe, jiber ku ev şer vê li Tirkiyeyê jî bandor bike û liwir jî berfiretir bibe. Ji aliyeke din ve ne Amerîka û ne jî Rûsye rê nadin ku Tirkiye êrîşî ser Kurdan bike. Jiber ku Tirkiye wan rastiyan dizane, niha gelek asê maye û nizane çi bike. Tirkiye projeya nû amade kiriye û ew projeya nû jî ewe ku Tirkiye bo xwe raste rast şerê Kurdan neke belku tevgerên îslamî yên radîkal û cîhadî li dijî Kurdan bikar bîne, eger Tirkiye bizane ku Amerîka anjî Rûsye di vê şerê de piştgîriya Kurd nakin, vê Tirkiye bo xwe jî beşdariya şer bike lê eger Amerîka, anjî Rûsye deng derxistin û pişta Kurdan girtin vê demê Tirkiye vê bêdeng be.

Projeya din ya Tirkiyeyê ya li dijî Kurd ewe ku li gel Esed têkiliyên xwe normal bike û Esed û rejîma Esed har bike daku şerê Kurdan bike û babeta yekîtiya axa Sûriyeyê bike şerbet û bide Esed, lê Esed ne amadeye ku şerê dijî Kurd bike, jiber ku Rûsye ji Esed re gotiye, piştgîriya min bo te bi merce û merca me jî Sûriyeyeke demokratîk û federale, Esed jî ew merca han qebûl kiriye. Ji aliyeke din ve eger Esed bixwaze êrîşî ser Kurdan bike, vê demê raste rast vê Amerîka û hevpeymaniya cîhanî têkevin devreyê û pêşî ji Esed bigirin.

Li gor wan şer û mercan der dikeve ku tevahiya projeyên Tirkiyeyê yên li dijî Kurd û ên bo pêşeroja Sûriyeyê, projeyên xetimî û bêencamên, bi tenê yek proje li berdem Tirkiyeyê dimîne ku dikare Tirkiye ji xetmandina siyaseta derve û herwiha ji aloziyên navxweyî rizgar bike. Ev projeya han projeya normal kirina têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdan re ye. Jiber ku di pêşeroja Sûriyeya federal de, eger têkiliyên Tirkiye û Kurdan normal nebin, Tirkiye nikare bi asanî têkilî li gel Sûriyeyê deyne û herwiha pêgeha steratejîk ya Tirkiyeyê a bo veguhastina enerjî lawaz dibe.

Erdelan goran