Gelo Kurd li Bakûr lazime çi bike?

part û aliyên siyasî yên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bi ava kirina biloka Kurdî pêngaveke gelek girîng û dîrokî avêtin.
Thumbnail

Di çarçoveya amadekariyên part û aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê yên bo hilbijartinên meha Hezîranê de, part û aliyên siyasî yên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bi ava kirina biloka Kurdî pêngaveke gelek girîng û dîrokî avêtin.

Her çend kemanî û kemasî jî di çawetiya avakirin û hijmara endamên vê bilokê de hebin jî lê dîsa ev pêngaveke pîroz û girînge.

Jiber di dîroka hevdem ya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de ew cara yekeme ku part û aliyên siyasî yên Kurdî li ser çend xalan lihev dikin û eniyeke hevbeş bi navê biloka Kurdî bo hilbijartinan ava dikin.

Lazim bû  her du partiyên Hudapar û Hakpar jî di nava vê bilokê de bo parastina yekdengî û yekrêziya Kurdan, hebana, cê negirtina wan du partiyên Kurdî di nava biloka Kurdî de kemasiyeke girînge û lazime ta dem heye ew kemasî were çareserkirin.

Her çiqasî bilok li ser esasê berejwendiyên netewî û nîştimanî nehatiye avakirin jî lêbelê bo ava kirina eniyeke girîng ya yekgirtî li ser esasê berejwendiyên netewî û nîştimanî ew biloka  han destpêkeke gelek girîng û watedare û weke berda binyatî ya bînayetekê ye. Lewre bo bihêz bûn û saxlem bûna bînayetê lazime berdê binyatê jî bihêz û hêqim be. Lê mixabin amade nebûna Hudapar û Hakpar di vi bilokê de dibe sedema vê yekê ku berd binyatê lawaz be, jiber vê çendê lazime Kurd bi her awayî hewl bidin vê kemasiya han çareser bikin daku Kurd bibin xwedan hêz, deng, biryar û îradeyeke yekgirtî.

Eger Kurd bibin xwedan, hêz, deng, biryar û îradeyeke yekgirtî vê bêgoman dengê wan jî li ser asta cîhanî û herêmî baştir û bileztir were bihîstin.

Ew yek dengiya han yaku em behsa vê dikin bêgoman bo çareser kirina doza Kurd li Bakûrê Kurdistanê gelek girînge. Lazime ev yekgirtin û xwe nêzî hev kirin hertim berdewam be û roj biroj bihêztir bibe daku derfet û mecal bo yekdengiya netewî ya Kurdan biafirîne.

Di hilbijartinên Tirkiyeyê de pirsa  herî girîng yaku derheqê Kurdan li Bakûrê Kurdistanê were pirsî ewe ku gelo Kurd çi dixwazên û lazime çi bikin?

Eger Kurd li Bakûrê Kurdistanê dev ji netewiyet, nasnameya netewî û nirxên xwe yên netewî berdane, vê demê dikarin di hilbijartinên Hezîranê de dengên xwe bidin aliyên neteweperest yên tirk anjî aliyên rastger yên îslamî ên tirk û dîroka 100 salên derbasbûyî dûbare tekrar bikin. Di vê çarçoveyê de Kurd dikarin daxwaza demokratîze kirina Tirkiyeyê, komara demokratîk, yekîtiya Tirkiye, serweriya tirkiye û rewacdariya destûra neteweperest ya Tirkiyeyê bikin.

Ew heman ew tiştin ku di nava sed salên derbasbûyî de Kurd di çarçoveya wan û li ser esas û bingeha wan hatiye înkarkirin, kuştin û amsîle  kirin.

Di haleteke bi vê awayî de ti rêyek li berdem Kurd de tuneye ya lazime deng bi AKP û MHPê bide û li gel wan desthilatê pêk bîne û li hember çend sozên vala were xapandin. Anjî dengê xwe bide eniya çepger û neteweperest ya Tirkiyeyê yaku di demên derbasbûyî de her cure komkujî û asmîlasiyon û înkar kirin li ser gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê sepandiye.

Lê ez bawerim ku part û aliyên siyasî yên Kurdî li Bakûrê Kurdistanê û herwiha raya giştî ya Kurd li Bakûrê Kurdistanê gelek bi tundî girêdayî nirxên xwe yên netewî û nîştimaniye û bi ti awayî dev ji mafên xwe yên netewî, nîştimanî, çandî û civakî û herwiha nirxên xwe yên netewî ber nade.

Ew  yek raste û jiber vê yekê ye jî ku desthilat û rejîma Tirkiyeyê bi her awayî zextan li Kurdan, siyasetmedar û kesên hilbijartî yên Kurdan û ziman û çanda Kurdan dike.

Madem Kurd li Bakûrê Kurdistanê girêdayî nirxên xwe yên netewî û nîştimanî ne, lazime eniyeke  hevpar û hevbeş ya netewî a wan hebe û di şûna ku daxwaza demokratîze kirina Tirkiye û komara demokratîk ya Tirkiyeyê bikin, lazime daxwaza mafê çarenivîs, anjî self-determinationê bikin. Eger Kurd bibin xwedan yek deng û daxwaza mafê self-determination bikin vê dengê wan li ser asta cîhanî baştir û bileztir were bihîstin û saziyên navnetewî yên weke NY, DL, DMME, DGF li ser mafên Kurdan bideng werin û zextan li rejîma Tirkiyeyê bikin daku rêz ji mafên gelê Kurd bigire.

Eger Kurd li Bakûrê Kurdistanê dixwaze bi rastî doza Kurd çareser bike û weke welatiyeke pile yek li Tirkiyeyê bijî lazime, dev ji daxwazên Tirkiyeyî bûn û demokratîze kirina Tirkiyeyê berde, jiber ku eger sed car jî tirkiye were demokratîze kirin dîsa jî rejîma Tirkiyeyê ne amadeye ku doza Kurd bi rêbazên aştiyane û siyasiyane çareser bike, jiber vê çendê lazime li hember rejîma ku Kurd li ser axa xwe weke kesekî biyanî dihesbîne, daxwaz mafê diyar kirina çarenivîsa xwe anjî etonomiyê bo xwe bike.

Ev daxwaza han jî gelek bi asanî tê pêşkêşkirin û niha jî dem dema herî başe bo pêşkêş kirina vê daxwaza han. Bo nimûne Kurd dikarin di hilbijartinên Tirkiyeyê de, deng bi ti aliyeke Tirkî nedin û di xola yekem ya hilbijartinên Serokkomariyê de deng bi berbijêr Kurd bidin û di xola dudiyan de jî bi heman awayî dengên xwe nedin berbijêrek ku bi sozên vala dixwaza Kurdan bixapîne.

Herwiha bo damezrandina hikûmetê jî ku AKP û MHP bi tenê nikarên hikûmetê ava bikin, lazime Kurd li ser esasê berejwendiyên xwe yên netewî tevbigere, ya boykot bike anjî bi awayekî nivîskî daxwazên xwe pêşkêşî aliyê hember bike û sozên nivîskî bi şahêdiya dezgehên navetewî bistîne û pişt re hevkariya aliyê hember bike.

Bi kurtî eger Kurd dixwaze doza xwe li Bakûrê Kurdistanê çareser bike lazime siyaseta xwe li ser esasê berejwendiyên netewî û nîştimanî awa bike û li ser esasê rêz girtina berejwendiyên netewî nêzî aliyên siyasî yên Tirkiyeyê bibe.

Eger jî Kurd daxwaza çend korsî anjî pile û payeyan dike vê demê dikare bêyî hesab kirin bo berejwendiyên netewî weke berê nêzî part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê bibe û dîroka sed salên borî dubare bike.

Erdelan goran