Armanc ne Efrîne belku armanc Kurd û destkeftên Kurdanin

Derketin ji Efrînê bo Tirkiyeyê gelek zehmete eger nebe sedema parçe bûna Tirkiyeyê vê bibe sedema
Thumbnail

 

Piştî ku siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê ya 6 salên destpêk yaku pêk hatibû ji piştgîrî kirina cîhadiyan û hewldan bo tune kirina rejîma Beşar Esed, ji aliyê Rûsiye, Îran û hin welatên Kendavê ve hate pûçkirin, Tirkiye vê carê siyaseta xwe ya li hember Sûriyeyê veguhert siyaseta dijminatî kirina Kurdan.

Di komara Tirkiyeyê de komara ku eger Kurd û piştgîriya Kurdan nebûba bi ti awayî ne dihat damezrandin, dijminatî kirina Kurdan bûye çand û xwîna nava demarên ev part anjî aliyekî ku dibe desthilat, jiber vê çendê dijminatî kirina Kurdan li her derê ku bibe li cem desthilata Tirkiyeyê weke erka nîştimanî û netewiye.

Di destpêka şerê Sûriyeyê de rayedarên Tirkiyeyê bi taybetî Serokkomarê niha Receb Teyyib Erdogan û Serokwezîrê vê demê Ehmed Davûdoglû behsa vê yekê dikirin ku dikarin di nava 24 seatan de biçin Dîmeşqê û di mizgefta Emewiyan de nimêjê bikin, lê ew armanca wan pêk nehat û dema ku DIŞI desthilatdariya xwe ya li Sûriyeyê berfire kir, Serokwezîrê vê demê Ehmed Davûdoglû rîca ji YPGê kir daku hevkariya artêşa Tirkiyeyê biku bo ku gora Şah Selman ji destê DIŞIê rizgar bike û YPGê jî ew yek kir û Tirk bi vê rengî karîn gora Şah Selman ji destê DIŞIyan rizgar bikin.

Piştî rizgar kirina vê gora han, vê carê bo ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedan pêgeh û hêz û mafên xwe bidest nexin, Tirkiye tevgerên cîhadî yên weke DIŞI, Sultan Murad, Ehrarûşam li dijî Kurdan bikar anî û bo ku ew tevgerên han bikaribin li dijî Kurdan serkeftinên mezin bidest bixin Tirkiye bi her awayî alîkarî û piştgîrî da wan tevgeran, lê di dawî de Kurd serkeftin û bûn xwedan  hêz û pêgeh.

Ev şikesta siyasî û steratejîkî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û herwiha şikesta Tirkiyeyê ya li hember rejîma Beşdar Esed ya li Helebê jî bûn sedema vê yekê ku Tirkiye siyaseta xwe biguhere.

Siyaseta nû ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê pêk hatiye ji dijminatî kirina Kurdan û parêzgarî kirin ji rejîma Beşar Esed, ew rejîma ku Tirkiye digot lazime were hilweşandin. Rêkeftina Îdlibê yaku di navbera Rûsiye, Îran û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin, îsbata vê yekê  ye ku Tirkiye bi nihênî bûye dostê Beşar Esed û li ser dijminatî kirina Kurdan jî biîsrare.

Tirkiye dixwaze bi awayekî nepenî ji Esed îzna vê yekê bistîne ku bikarêbe bo şerê dijî Kurdan bikeve Efrîn û derdorên din weke Girê Spî û Kobanê. Bêgoman Sûriye jî nikare bi serê xwe biryar bide jiber ku niha îdare û biryara Sûriyeyê di destê Rûsye û Îranê deye û Rûsye jî jiber hin sedemên din naxwaze karekê wisa bike ku Kurd ji aciz bibin û bibin dostên hertimî yên Amerîkayê û ji aliyeke din ve jî Rûsye gelek baş dizane ku Tirkiye alîgir û piştgîrî tevgerên cîhadiye jiber vê çendê Rûsye nebûye dost û hevpeymanê Tirkiyeyê û nabe jî.

Niha ku gefên êrîş kirine ser Efrînê ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve zêde bûne lazime em behsa hin tiştên din bikin ku girêdayî vê mijarê ne.

Rayedarên Tirkiyeyê dibêjin emê di nîveya şevê de ji nîşkave têkevin Efrînê û deverê paqêj bikin, mikune tê ketina Efrînê gelek asan be, eger rê jê re were dayîn, lê ya girîng ne tê ketine belku ya girîng derketin ji Efrînê û ew tişta ku li Efrînê vê Tirk bidest bixin.

Derketin ji Efrînê bo Tirkiyeyê gelek zehmete eger nebe sedema parçe bûna Tirkiyeyê vê bibe sedema têkçûna desthilata AKPê û vê Erdogan jî postê Serokatiya Tirkiyeyê wenda bike, lê ya herî xuya û berçav ewe ku eger Tirkiye rê jê re were dayîn û bikeve Efrînê vê şer derbasî nava Tirkiyeyê bibe û rewşa Tirkiyeyê jî bibe mîna rewşa Sûriyeyê û ji vê jî zêdetir dê dijminatiyeke mezin û demdirêj di navbera Kurd û Tirkan de çê bike ku ew yek jî zirarê dide her du aliyan.

Sedemên ku Tirkiye dibêje Emê bikevin Efrîn, sedemên pûç û bê watene, jiber ku heta niha ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve ji dema ku YPGê ew dever kontrol kirine ti zirarêk negehêştiye Tirkiyeyê berûvajî hêzên Kurdî rê nedane ku cîhadî û radîkalên îslamî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin.

Niha rayedarên Tirkiyeyê ew çîroka ku li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bikar dianîn, bo Efrînê jî heman çîrokan dûbare dikin. Di dema 25ê Îlona 2017an de rayedarên Tirkiyeyê li dijî referandûmê di gotin em ne li dijî gelê Kurd û mafên gelê Kurdên, belku em li dijî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ne ku biryara referandûmê daye. Vê car Tirk ew yek nizanin ku dijminatî kirina Serokê Kurdistanê li cem gelê Kurdistanê bi wateya dijminatî kirina tevahiya gelê Kurdistanê ye. Niha jî ji bo operasiyona Efrînê dibêjin em ne li dijî Kurd û mafên Kurdanin li Sûriyeyê lêbelê emê dijî YPG û PYDê ne. Di rastî de Tirkiye jî baş dizane ku ne dijminê YPG û PYDê ye belku dijminê gelê Kurde, jiber ku dizane eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî bibe xwedan pêgeh, vê demê ew yek bandorê li ser Kurdan li Bakûrê Kurdistanê jî bike. Jiber vê çendê niha Tirkiye şera ku vê li Bakûrê Kurdistanê li dijî Kurdan bike li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ew şerê hanê dike.

Ji aliyeke din ve Tirkiye ji vê ditirse ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku niha hevpeymanên Amerîka û heta astek jî hevpeymanên Rûsyeyê ne, pêgeha xwe bihêz bikin û xwe bigehînin ser behra reş û Sûriye bikin welatek xwedan pergaleke fedralî.

Tirkiye dizane ku eger Kurd bigehêjin ser behrê vê demê di warê enerjî û tiranzîta enerjî de vê pêgeha steratejîk ya Tirkiyeyê lawaz bibe. Tirkiye bi her awayî dixwaze pêşiya vê yekê bigre.

Ji aliyeke din ve jî tirsa mezin ya Tirkiyeyê ewe ku Kurd li Sûriyeyê wisa bikin ku Sûriye bibe welatek xwedan pirgaleke federal ku Tirkiye ji vê yekê jî gelek ditirse, lewre bo ku pêşî ji wan pêşhatan bigre, Tirkiye bi hinceta ku dixwaze ewlekariya xwe biparêze, dixwaze êrîşî ser Efrîn, Kobanê û Girê Spî bike. Ew êrîşa han her çend Tirkiye bije li dijî YPG û PYDê ye lê di rastî de li dijî Kurdane û Kurd jî li hember êrîşeke bi vê rengî vê bêdeng nemînin.

Lê ez bawer nakim ku ne Amerîka û ne jî Rûsye rê bi Tirkiyeyê bidin ku operasiyoneke berfire ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li dijî Efrînê pêk bîne lê mimkune topbaran kirina Efrîn û deverên Kurdî ji aliyê Tirkiyeyê ve bidome û herwiha mimkune Erdogan bo ku dengên dengderên neteweperest yên Tirkiyeyê bo xwe kom bike, cîhadiyên îslamî weke DIŞI, Fetih Elşam û ev tevgerên ku niha li Îdlibê di bin parêzvaniya Tirkiyeyê dene, har bike daku êrîşî ser Efrînê bikin û bikevin Efrînê û di rewşeke wisa de jî vê ew tevgerên cîhadî rastî şikestê werin û berê xwe bidin Tirkiyeyê.