Li Şirnexê du leşkerên Tirk hatin kuştin

du leşker hatine kuştin

Di dema operasiyonê de teqîn çê bûye.

Li çoltera navçeya Basê ya Şirnexê mayina ku berê ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de jî 2 leşkerên tirk hatine kuştin û leşkereke din jî birîndar bûye.

Piştî êrişa endamên PKKê bi roketan êrîş birin ser karwaneke leşkerên tirk, artêşa Tirkiyeyê li herêmê operasyon dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku di dema operasyonê de mayina berê ku ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bicihkirin teqiyaye û di encamê de jî 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan, leşkerek jî birîndar bû.