Wezareta Derve ya Sûriyê: Em li dijî hêzên tirkî û amerîkî yên li Minbicê ne

Sûriye dibêje em li dijî hebûna hêzên tirkîne

Rayedarên Wezareta Derve Sûriyê derbarê hêzên tirkî û amerîkî yên li bakurê Minbicê de daxuyanî dan û teqez kirin ku bi awayekî tund ew li dijî wan hêza ne.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

"Em hebûna hêzên tirkî û amerîkî yên li bejahiya Minbicê şermezar dikin û em hebûna wan bi awayekî teqez red dikin. Em vê çalakiya hêzên tirkî û amerîkî weke êrişkariyeke li dijî serwerî, yekîtî û aştiya welatê xwe dibînin."

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku hebûna Tirkiye û Amerîkayê ya li bejahiya Minbicê weke ‘binpêkirina eşkere ya biryarên Neteweyên Yekbûyî' dibînin û ji rayagiştî ya navdewletî daxwaz hat kirin ku ev çalakiya Tirkiyê û Amerîkayê were şermezarkirin.

Rayedarên Wezareta Derve ya Sûriyeyê diyar kirin ku artêşa Sûriyeyê bi biryar e ku li seranserê wî welatî kontrolê bixe bin destê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku duhî medyaya erebî û tirkî ragihandibû ku çavkaniyên herêmî gotiye ku hêzên Tirkiyeyê ketine taxen derdorê yên Minbicê lê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ew îdîa red kiribûn.

Sputnik