Demîrtaş bo Kurdistantv: Nabe ji siyasetmedareke neteweperest mirov hêviya tiştekî bike

Demîrtaş dibêje kes nikare lekeyeke wisa bixe ser gelê Kurd

Berbijêrê HDPê yê bo postê Serkkomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan tv behsa hilbijartinên Tirkiye, gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên ku gotibû pirsgirêka Kurd tuneye û çend mijarên din kir.

Selahedîn Demîrtaş di bersifa pirsa gelo hun gotinên Erdogan yên ku gotibû pirsgirêka Kurd tuneye çi dibêjin?  Got: Niha Erdogan li gel partiya neteweperest MHP û Devlet Baxçelî re ketiye nava îtîfaqeke siyasî de û bi her awayî bûne weke  yek, tişta rast ewe ku niha Erdogan dixwaze bêje Kurd tunene, lê di vê sed sala han de gotineke bi vê rengî gelek eyb û şerim be, jiber vê yekê niha dibêje pirsgirêka Kurd tuneye. Ji xwe lazime mirov ji siyasetmedareke nejadperset hêviya ti tişteke din neke, eger em hêvî bikin vê demê emê pir ehmeqin. Gotin û piratîka Erdoganê di dema referanduma Kurdistanê de li holê dene, ez bawer dikim ku Kurd ti carî wan gotin û kiriyarên han bi ti awayî jibîr nekin.

Di bersifa pira gelo vê operasiyonên leşkerî yên li dijî Qendîlê beriya hilbijartinan vê encameke çawe bide? Demîrtaş got: Bi her şikil û awayî xuyaye ku partiya siyasî ji bo hilbijartinê vê qirqirê dike, lêbelê hilbijêrên Tirk jî êdî ji wan gotinên hilbijartinan yên bi vê rengî aciz bûne. Ev ti fêdeyeke xwe tuneye tenê zirarê dide Erdogan.

Li Tirkiyeyê part û aliyên Kurdî xwestin li gel HDPê hevpeymaniyê bikin lêbelê ev yek pêk nehat, li gor we gelo weke tê gotin ev yek jiber çepgeriya Tirkiyeyê pêk nehat?

Demîrtaş: Na li gor bawera min bandor anjî berpirsiyartiya çepgeriya Tirk tuneye, jiber Kurd di nava xwe de hîn jî li pey hesabên biçûk diçin, ew îtîfaqa han çê nebû, heta ku tevahiya part û aliyên Kurdî di navbera xwe de demokrasiyeke meydanî ya mayende ava nekin, vê nikaribin ku hevpeymaniyek jî ava bikin. Ez di vê baweriyê deme ku lazime gelê Kurd di vê warî de cesaretê bide siyasetmedarên xwe, lêbelê ew  heye ku eger partiyên Kurdî di navbera xwe de hevpeymaniyek çê nekirin, êdî ne mecbûrin ku biçin bi awayekî raste rast ya bi her awayeke din piştgîrî bidin Erdoganê nejadperest. Tişteke wisa wan mafdar der naxe, mirov ji vê re nabêje siyaset, mirov ji vê yekê re dibêje dilketin bi dijmin û neyarên xwe re, mafê ti kesekî tuneye ku lekeyeke wisa bixe ser Kurdan, lazime HDPê jî dev ji rêyên îtîfaqê ber nede û lazime bi fedakarî hewl, tevger û hevdîtinên xwe bidomîne.

Tê îda kirin ku jibo HDP berbestê anjî benda hilbijartinan derbas bike vê CHP li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 2 piştgîrî bide HDPê, gelo hun dixwazin derbarê vê îdayê de çi bibêjin?

Demîrtaş: Ne bi dizî û ne bi eşkere ti lihev hatineke bi vê rengî tuneye, HDP jî weke partiyên din dixwaze ji partiyên din dengan bistîne, eger HDP ji wan partiyan jî deng bistîne ew yek heq kiriye, ku deng stendiye, ji kîjan aliyê werin bila werin tevahiya dengan bo me girîng û biqedrin.