Li devera Çelê şer û pevçûn qewmî

pevçûnên leşkerî bi awayekî rojane dom dikin

Li devera Çelê ya Colemêrgê serbazek hat kuştin 4 jî birîndar bûn.

Li herêma Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê, serbazekî di şerê PKKê de hat kuştin.

Îro danê sibê li devera Çelê ya Colemêrgê û li nêzîkî sînorê Başûr, di navbera hêzên PKK û Tirkiyê de şer derket.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di wî şerî de herî kêm serbazek hat kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûn.

Hat gotin ku birîndar birine nexweşxaneya bajarê Colemêrgê.