Terorîstên DIŞIê dikarin xeta steratejiya navbera Bexda û Kerkûkê bigirin

gundên Kurdên Kakeyî tên valakirin

Birêveberê berê yê polîsên qeza û nahiyeyên ser bi Kerkûkê Serhed Qadir diyar kir ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê polîsê Kerkûkê ti desthilateke xwe nemaye û desthilat li deverê ketiye destê çekdarên heşda şebî û dije terora Îraqê.

Serhed Qadir herwiha diyar kir ku li gel hatine terorîstên DIŞIê û pişt re jî hatine çekdarên Heşda şebî hijmareke zêde ji gundên deverê ku piraniya şêniyên wan Kurdên Kakeyîne, deverên xwe vala kirine û berê xwe dane cêyên din.

Qadir eşkere kir ku vala kirina gund û deverên Kakeyiyan dibe derfeteke gelek baş bo terorîstên DIŞIê daku bikaribin gelek bi asanî xeta steratejîk ya di navbera Bexda û Kerkûkê de kontrol bikin.

Weke tê zanîn ku hem DIŞI û him jî çekdarên heşda şebî zilmeke gelek mezin li Kurdên Kakeyî yên li deverê kirine û heta niha hijmareke gelek zêde ji wan ji aliyê wan her du tevgerên radîkal ve hatine şehîdkirin û hijmareke zêde jî bi neçarî aware bûne.