PDK peyamek pêşkêşî PDKSê kir

61 sale hatiye damezrandin

Bi minasebeta salvegera damezrandina vê partiyê PDKê peyama pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina  Partiya Demokrta Kurdistanê   Sûriye  (PDK-S) peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî Serkirdatî, endam û alîgirên vê partiyê kir.

PDK di peyama xwe de nivîsandiye; Hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê.

Di beşeke din ya peyamê de DPKê nivîsandiye: Hêvîdar in ev bîranîna dîrokî bibe sedema geşepêdanek zêdetir jib o PDK-S û bibe handerek bo pêşveçûna giyana tevahî, brayetî û peydabûna yekrêziyê di navbeyna tevgerên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de.

Hêvîdar in ev salveger bibe sedema nêzîkbûna zêdetir di navbeyna partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê û pêşvebirina proseya demokrasî û destkeftên zêdetir ji gelê me yê wî beşî Kurdistanê yê ezîz.

Carek din bi nave Partiya Demokrat a Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji PDK-S re dixwazin.

PDK-S di sala 14ê Hezîran a 1957an de liser destê têkoşer û welatparêzên rojavayê Kurdistanê hate damezrandin.