7 terorîstên din yên DIŞIê hatin kuştin

yek ji wan kuştiyan terorîstekî gelek metirsîdare

Li Bakûrê Rojavayê Kerkûkê 7 terorîstên DIŞIê hatin kuştin.

Di vê derbarê de jêderên polîs û hêzên ewlekarî yên Îraqê diyar kirin ku îro hêzên ewlekarî yên Îraqê li Bakûrê Rojavayê Kerkûkê operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.

Li gor wan ji deran di encamp operasiyona han de 7 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û yek ji kuştiyan jî terorîsteke mezin û metirsîdar yê DIŞê ye.

Jêderên polîs û hêzên ewlekarî yên Îraqê diyar kirin ku ev her 7 terorîst di nava malekî de xwe veşartibûn û hêzên ewlekarî jî êrîşî ser vê mala han kirine.