Îraq hişdarî dide Tirkiyeyê

Îraq dibêje erkê hêzên me parastina serweriya Îraqê ye

Peyvdarê fermî yê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş yên hêzên Îraqî derbarê operasiyonên ser Qendîl û Şingalê de hişdariyên tund da Tirkiyeyê.

Peyvdarê fermî yê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş yên hêzên Îraqê Yehiya Zubêdî diyar kir ku derbarê êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên bo ser Qendîl û Şingalê hişdarî da Tirkiyeyê got: Li Şingalê hêzên Îraqî hene û li nêzî Qendîlê jî hêzên pêşmerge hene ku beşekin ji mekanîzma berevaniya Îraqê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve û erkê wan her du hêzan berevanî kirin ji serweriya Îraqê ye.

Zubêdî herwiha diyar kir ku em naxwazin û rê nadin ku axa Îraqê weke navendek bo êrîş kirine ser cîranên Îraqê were bikaranîn û her wisa jî rê nadin ti cîraneke Îraqê kêşe û aloziyên navxweyî yên xwe li ser axa Îraqê safî bike û bo vê yekê jî em li benda fermana Fermandariya giştî ne.