Termê ciwanekî hate dîtin

nasnameya vî hîn jî nehatiye eşkerekirin

Bi goleyê hatiye kuştin.

Îro çarşem li gundê Xidir Velî li nêzî pira Sarî Çem y li Xurmatûyê terimê ciwanekî ku bi goleyê hatiye kuştin hatiye dîtin.

Termê vê kuştiyê ji aliyê şêniyên deverê ve hatiye dîtin û dibêjin goleyek bi serê vî ketiye.

Şêniyên gundê piştî bûyerê hêzên polîs agehdar kirine û hêzên polîs jî çûne cêyê bûyer û terimê vê ciwanî bo lêkolînan birine nûjdariya dadî.