Partiyên Kurd piştgiriya xwe ji bo Selahedîn Demîrtaş ragihandin

5 partiyên Kurd vê dengên xwe bidin Demîrtaş

Partiyên Kurd PAK, Hereketa Azadî, PDK û PSKê ku Tifaqa Kurdistanî ava kiribûn, ragihandin ku ew ê di hilbijartinên serokkomariyê de dengên xwe bidin Selahedîn Demîrtaş.

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî ku ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê ‘Tifaqa Kurdistanî’ ava kiribûn daxuyaniyek belav kirin.

Partiyên Kurd di daxuyaniya xwe de ragihandin ku tevî hemû şaşî û kemasiyan jî ew ê dengê xwe bidin Selahedîn Demîrtaş ku niha di rewşeke mexdûr de ye û hat gotin, "Em di wê bawerîyê de ne ku, di hilbijartinên Parlamentoyê yên 24ê Hezîranê da, endam û alîgirên me ewê bi hesasiyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin."