Li Hewlêrê 61 tawanbar hatin girtin

tawanên curbicur kirine

Polîsê Hewlêrê dibêje di encama operasiyonan de 61 tawanbar hatine girtin.

Îro polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku di demên derbasbûyî de li sînorên parêzgeha Hewlêrê çend tawanên curbicur hatibûn kirin û hêzên polîs jî piştî lêgerîn û lêkolînên pêwîst û kom kirina zaniyariyên pêwîst operasiyon binçav kirina tawanbaran destpê kiriye.

Polîsê Hewlêrê dibêje ku di çarçoveya wan operasiyonan de ku di nava çend rojan de hatine lidarxistin, bi giştî 61 tawanbar ku tawanên kuştin, dizîn û sextakarî û çend tawanên din kirine hatine girtin û bo darizandinê ji dadgehê re hatine şandin.