Hêzên pêşmerge li Silêmanî xwepêşandan kirin

hêzên pêşmerge dibêjin em vê biryarê bi ti awayî qebûl nakin

Li dijî helwesta aliyên siyasî derbarê hilweşandina dengên hêzên pêşmerge de xwepêşandan kirin.

Îro li bajarê Silêmanî hijmareke zêde ji hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî bi mebesta diyar kirina dilgiranî û nerazbûna xwe ya li hember biryara hilweşandina dengdana hêzên pêşmerge û herwiha hewlesta çend part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ya li hember hilweşandina dengdana hêzên pêşmerge xwepêşandaneke berfire lidar xistin.

Di vê xwepêşandanê de nunerê hêzên pêşmerge diyar kir ku ew bi ti awayî qebûl nakin ku hêzek ku bi hezaran qurbanî dabe were perawêzxistin û ji mafên xwe yên reva were bêparhêştin. Nunerê hêzên pêşmerge herwiha got em vê biryara parlementoyê red dikin û bi ti awayî qebûl nakin û daxwaz ji her sê Serokatiyên Îraqê dikin ku ew biryara han hilweşînin.