Li Mûsilê 27 welatî canê xwe ji dest dan

hêzên ewlekarî nikarîn bombeyan îmha bikin

Jiber teqîna sê xaniyên bombekirî 27 kes canê xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de Peyvdarê Fermandariya polîsê Nînowayê ragihand ku îro di encama teqîna sê xaniyên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn bomberêjkirin, herî kêm 27 welatî canê xwe ji dest dane.

Peyvdarê Fermandariya polîs eşkere kir ku ev teqîn li taxa Şehvanî ya Mûsilê pêk hatiye û ew her sê xanî dema Mûsil di destê terorîstên DIŞIê de bû hatine bombrêjkirin û îro ew her sê xaniyên han teqiyane û di encam de herî kêm 27 welatî ku piraniya wan jin û zarokên canê xwe ji dest dane.

Jêder diyar kiriye ku beriya teqînê, hêzên îmha kirina bombeyan hatine cêyê bûyerê û xwestine bombeyan îmha bikin lêbelê nikarîne û ev bombeyên ku di nava wan her sê xaniyan de bûne teqiyane.