Berdevkê Sedir: Deriyê hevpeymaniya me ji Kurdan re vekirî ye

Sedir peyamek erênî pêşkêşî Kurdistanê dike

Berdevkê Tevgera Sedir Cefer Mûsewî ragihand, ji bo beşdarbûna hevpeymaniya Saîrûn û Fetih, deriyê wan ji bo aliyên Kurd vekiriye.

Şeva derbasbûyî Hevpeymaniya Saîrûn a bi Serokatiya Muqteda Sedir û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihandin, ku wan ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê lihev kirine.

Berdevkê Tevgera Sedir Cefer Mûsewî bi daxuyaniyekî ragihand, ku wan berê jî li gel Tevgera Hîkme ya bi Serokatiya Emmar Hekîm û Lîsteya Wetaniye ya bi serokatiya Eyad Elawî re hevpeymanî pêk aniye.

Cefer Mûsewî diyar kir, ku deriyê wan ji bo Kurdan û herwiha ji bo Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî, vekiriye û ew jî dikarin werin nav hevpeymaniyê.