Trump û Kim Jong Un civiyan

piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş dan

Civîna ku cîhan li benda vê bû îro hat lidarxistin.

Îro Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakûr Kim Jong Un li welatê Sengaporê civîneke hevbeş lidar xistin û ew civîn jî civîneke girînge ku cîhan çend roj bû li benda vê civînê bû.

Serokê Amerîkayê û yê Koreya Bakûr ku gelek kêm mabû dest bi şereke mezin bikin, îro civîna du alî ya xwe pêk anîn û piştî civînê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku me di civînê de peymaneke berfire îmze kir.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku min û Un têkiliyeke xurt çê kir û min Un bo serdana Amerîkayê dewet kir.

Her piştî civînê Un jî diyar kir ku civîn gelek girîng û erênî bû û piştî vê civînê vê cîhan  gelek guhertinên baş bi xweve bibîne û dawî li rojên berê hatiye.