Li Yemenê di navbera hêzên dewletê û Hûsiyan de şer: 50 kes mirin

husiyan jî êrîşî hêzên dewletê kir

Hat ragihandin ku li bajarê Hudeyde yê Yemenê di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hikûmetê da şer qewimî. Di encama şer de 50 Hûsî hatin kuştin.

Ji aliyê hêzên Hikûmeta Yemenê El-Umalika ve bi awayê nivîskî hat ragihandin ku li Herêma El-Cah di navbera çekdarên Hûsî û hêzên Hikûmetê de duhê şer derket. Di daxuyaniyuê de hatiye diyarkirin ku di encama şer de 50 milîtanên Hûsî jiyana xwe ji dest dane. Hatiye gotin ku Hêzên Hevpeymana ereban jî bi hêzên hewayî piştgiriyê dane hêzên Yemenê.

Herwiha li bajarê Şevbeyê di encama êrîşa ku ji aliyê Hûsiyan ve bi ser leşkerên Yemenê de hat kirin de 2 leşkerên Yemenê jiyana xwe ji dest dan.

Sputnik