Serok Barzanî û Jan Kubis behsa rewşa Îraqê kirin

Serok Barzanî dibêje wateya vê biryarê hewldane bo hilweşandina Kurdistanê

Serok Barzanî li gel nunerê taybetî yê NY li Îraqê civiya.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarê Îraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de bûyer û guhertinên dawî yên siyasî yên li Îraqê, rewşa siyasî ya piştî hilbijartinan hatin nirxandin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê pêşhat û giftûgoyên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê, biryara parlementoya Îraqê ya derbarê encamên hilbijartinan de, diyar kirin.

Di vê derbarê de Jan Kubis nêrîn û ramana NY û welatên hêzmend ya derbarê prosesa siyasî ya Îraqê û herwiha hevsengiyên piştî hilbijartinên Îraqê ji Serok Barzanî re diyar kir û nêrîna NY ya derbarê dilgiraniyên taybet bi pêşeroja Îraqê û qonaxa piştî hilbijartinê ji Serok Barzanî re rave kir.

Kubis di berdewamiya axaftinên xwe de got: NY amadeye hevkariya prosesa siyasiya Îraqê û çareseriya kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa deverên di çarçoveya madeya 140 de bike.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî behsa prosesa beriya referandumê, bûyerên 16ê Cotmehê kir û anî ziman ku niha hilbijartin hatiye kirin û rewşeke nû derketiye û tişta bo gelê Kurdistanê girînge, pêbend bûn bi sê prensîbên hevpariyê, tewafoq û hevseniyê di her wareke hikumraniyê de û danana mekanîzim û cîhbicîh kirina detayên wan her sê prensîbane.

Serok Barzanî diyar kir ku lazime di çaçrovyea wan her sê prensîban de hevpeymanî û rêkeftin li ser post û sîmaya hikûmeta nû ya Îraqê were kirin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de nêrînên xwe li ser çawetiya kar kirina komîsiyon û birêvebirina porsesa hilbijartinan û encamên hilbijartinan û herwiha biryarên vê dawî yên perlementoyê derbarê encamên hilbijartinan de diyar kir û anî ziman ku partiya demokrata Kurdistanê ti nunereke xwe li komîsyona hilbijartinan de nebûye û ji bo ku PDK nebe yekem li parêzgeha Nînowayê bi zilim kirinê dengên kempan û xuşik û birayên êzidî şewtandine ji xwe di rastiyê de pdk yekemê parêzgeha Nînowayê ye.

Derbarê prosesa hilbijartin û sextekariyan de jî Serok Barzanî diyar kir ku em bi her cure tedbîrek razîne lêbelê biryara hilweşandina dengên hêzên pêşmerge bê ti sedem û jibo mebest û meramên siyasî zilimeke gelek mezine û bi ti awayî emê vê qebûl nekin jiber ku ev hîma û îşareteke gelek xirabe û wateya vê hewldane bo hilweşandina Kurdistanê.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de piştgîriya xwe jî bo rola NY bo hevkarî kirina aliyên Îraqî û çareser kirina kêşeyên heyî bi taybetî kêşeyên madeya 140 û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, diyar kir.

 

.