Pkk sê ciwanên Kurd azad kir

beriya deh rojan bêyî ti sedemek hebe hatibûn girtin

Beriya 10 rojan ew her sê ciwan ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin.

Di vê derbarê de berpirsê rêxistinên partiya demokrata Kurdistanê li devera Vertê Omer Heynî ji Kurdistantvê re ragihand ku, ew her sê ciwanên şêniyên Vertê yên ku beriya 10 rojan ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn girtin, îro sêşem ji aliyê PKKê ve hatine azadkirin.

Heynî diyar kir ku ew her sê ciwan niha li cem malbetên xwe ne lêbelê heta niha PKK derbarê sedemê girtina wan ciwanan de ti agehî nedaye.