Li Mexmûrê 4 terorîstên DIŞIê hatin girtin

ji aliyê hêzên Îraqê ve hatine girtin

Jêderek ji hêzên federal yên Îraqê diyar kir ku îro sêşem hêzên fedral li derdorê Mexmûr û çend cêyên din li dijî terorîstên DIŞIê û kesên ku ji aliyê dadgehê ve hatine daxwazkirin, operasiyoneke berfire lidar xistine.

Ev jêderê han diyar kir ku di çarçoveya operasiyona han de li qezaya Mexmûrê çar terorîstên DIŞIê hatine girtin û dest jî bi ser sê cêyên çek û cebelxaneyên terorîstên DIŞIê de hatiye girtin.