Hikûmeta Kurdistanê pereyên kompaniya Taqa jî da

ev kompanî jî vê karên xwe bidomîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 34 milyon dolar weke heqdestê meha 2 a îsal da kompaniya neftî ya Taqa.

Kompaniya Neftî ya Şamaran a Kanadayê ku di kêlgeha neftî ya Etroş de kompaniya hevbeş e, di daxuyaniyekê de ragihand, ku kompaniya Taqa, kompaniya ku li kêlgeha Etroş dixebite, 34 milyon û 400 hezar dolar weke heqdestê meha 2 a îsal ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Kompaniya Şamaranê herwiha ragihandiye, ji wê 34 milyon dolarî, 15 milyon dolar ji bo heqdestê hinardekirina petrolê di vê mehê de ye.

Li gorî daxuyaniya Şamaranê, 19 milyon û 400 hezar dolar ji wî pereyî jî bo xerciyê wê boriyê ye, ku ji kêlgeha Etroş ve ber bi boriya sereke ya hinardekirina petrola Kurdistan-Ceyhanê ve hatiye rakişandin.