Deriya Pişte bi fermî hate vekirin

di 17ê Adarê de biryara vekirinê hatibû dayîn

Di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê deye.

Piştî sê me ji daxistina deriya sînorî ya Pişte a di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ya li devera Hewramanê, ew derî îro dubare hate vekirin.

Di vê derbarê de Birêveberê devera Bemo Adil Mele Salih diyar kir ku bi fermana hikûmeta Îraqê seat 8 û 30 deqîqeya îro deriyê Pişte bo karûbarên bazirganî dubare hate vekirin.

Weke tê zanîn dawiya sala derbasbûyî ew deriya han bi fermana hikûmeta Bexdayê hatibû daxistin û di roja 17ê Adara 2018an de jî hikûmet beriyara vekirina vê deriyê dabû.