Cîhadiyên terorîst sê welatiyên Kurd birîndar kirin

cîhadiyên terorîst li Helebê êrîşî Kurdan kirin

Çeteyên komên bi navê "Ehrar El-Şam duh di seatên şevê de êrîşê taxa Şêxmeqsûda Helebê ku kurd lê dijîn kirin. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Çeteyên komên bi navê "Ehrar El-Şam û Nûredîn El-Zingî" yên ku li bajaroka Kefer Hemrayê ya bakurê Helebê dikeve, vê êvarê sûka gelerî ya taxa Şêxmeqûs û kolana 20 û 15 dane ber topan.

Hate ragihandin ku di encama topbaranê de di nav de yek jin 3 sivîl birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin milkên welatiyan. Birîndar rakirina nexweşxaneyan.

Ji welatiyên birîndar bûne navên duduyan hatin naskirin, "Mihyo Şahîn ê 38 salî û Zehîda Mihemed a 37 salî. Li gorî kadroyên nexweşxaneyê rewşa birîndaran baş e.

Derbarê topbaranê de, welatiyek ji taxê diyar ku topbaran di dema ku welatî numêja terawîha dikirin, dengê topbaranê ji aliyê bakurê bajarê Helebê hate bihîstin û li taxa 20 û 15, her wiha sûka gelerî ketin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Zehîde Mihemed a di lingê xwe de birîndar bû diyar kir ku ew diçû sûkê, ji nişkêve top lê nêzî wê ket û birîndar bû.

1habervar