Li Şarezûrê pevçûna çekdarî; Kuştî û birîndar hene

bi çekan êrîşî hevûdu kirine

Li ber baregeha Dadgeha Şarezûrê li parêzgeha Silêmaniyê du alî bi çekan hatin û teqe li hev kirin, di encama bûyerê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

Qayimeqamê Şarezûrê Rizgar Xefûr ji dezgehên ragehandinê re ragihand ku îro çarşemê li ber avahiya Dadgeha Şarezûrê di navbera du malbatan de, ku xizmên hev in û berî niha di navbera wan de pirsgirêk hebûne, bi çek û kêran şer û pevçûn derket.

Rizgar Xefûr eşkere kir: “Di navbera herdu malbatan de pirsgirêk hebûne û dema ku diçûn dadgehê di navbera wan de şer derket û di encama bûyerê de kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.”