Berpirsa nû ya CIA Gina Haspel îro sond dixwe

vê îro sondê bixwe û dest bi kar bike
کوردستان TV
100%

Dîrektora nû ya Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel îro Duşemê sond dixwe û bi fermî dest bi kar dike.

Li ber e, Serokê Amerîka Donald Trump jî beşdarî merasîma sondxwarinê ya li navenda CIA bike.

Civata Senatoran ya Amerîka hefteya borî bi 54 beramber 45 dengan berbijarîya Haspel pejirandibû. 6 endamên Demokrat piştgirî dabûn Haspel û 2 Komarî dijî wê derketibûn.

Berbijarkirina Haspel ya ji alîyê Trump ve bûbû armanca rexneyên tund, bi sedema ku wê piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê rêbazên hişk yên lêpirsînê bi kar anîne.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.