Şandekî PDKê diçe Bexdayê

li gel aliyên siyasî giftûgo dike

Li gel aliyên serkeftî dicive û giftûgo dike.

Endamê mekteb siyasiya Partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Zirbarî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku vê roja sêşemê şandek ji PDKê serdana Bexdayê bike.

Huşiyar Zibarî derbarê armanca vê serdanê de gotiye ku armanc ji vê serdanê ewe daku şanda PDKê li gel aliyên serkeftî di hilbijartinên parlementoya Îraqê de bicive û derbarê çawetiya ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û herwiha bernameya siyasî ya wan aliyan giftûgo bike.