Berpirsekî YNKê koça dawî kir

çend sal jî balyozê Îraqê bûye

Temenê vî 69 sal bû û jiber nexweşiyê wefat kir.

Îro danê sibê Sekreterê civata navendiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê(YNK) Adil Morad li bajarekê Almanyayê koça dawî kir.

Adil Morad ku yek ji endamên komîteya damezriner ya YNKê bû, di temena 69 saliya xwe de jiber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Hîn ji nehatiye zelalkirin ka gelo termê nav hatî kengî û çawe vê bo Kurdistanê were veguhastin.