6 ten birincê expayer hat jinav birin

dixwestin di meha remezanê de bifiroşin

Dixwestin di meha remezanê de li bazarê bifiroşin.

Îro Birêveberatiya çavdirî kirina bazar û tiştên nava bazarê ya li Hewlêrê ragihand ku hêzên wan karîne di operasiyoneke çavdirî kirinê de dest bi ser 6 ten birincê xirap bûye(Expayer)de bigirin.

Li gor daxuyaniya vê birêveberatiyê, ev birincan han di nava kîseyên 5km de bûye û di nava enbareke bazarê navendî ya Hewlêrê de hatiye girtin û xwedanên vê dixwestin di nava meha remezanê de li bazarê ew birinca han bifiroşin lêbelê ji aliyê hêzên ser bi vê birêveberatî ve hatiye jinavbirin.