Bexda: Li dijî PKKê bi Tirkiyê re em operasyonan nakin

wezîrê derve yê Îraqê rayedarên tirkiyeyê direwand

 Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî got ku Li dijî PKKê bi Tirkiyê re em ti operasyonan nakin. Nûceyên bi vê me’nê ku têne weşandin, tev derew in.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî got ku Li dijî PKKê bi Tirkiyê re em ti operasyonan nakin. Nûceyên bi vê me’nê ku têne weşandin, tev derew in.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî daxuyaniyek da çapemeniya Iraqê û got ku em ti caran destûrê nadin ku hinek dewlet, têkilî axa Iraqê bibin. Bi Tirkiyê re em operasyonên hevbeş nakin. Niha, tenê ji bo avakirinê welêt em dixebitin.