Deniz Naki ji bo Efrînê li pêşberî NYyê dest bi girêva birçîbûnê dike

Denîz Nakî bo Efrînê man digire

Futbolîstê berê yê Amedsporê Deniz Naki sibe ji bo piştgiriya gelê Efrînê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest bi girêva birçîbûnê dike.

Deniz Naki yê ku demek berê li Almanyayê rastî êrişêke hatibû û ji ber ‘fişarên ewlehiyê' venegeriyabû Tirkiyeyê ragihand ku ji bo Efrînê dest bi grêva birçîbûnê dike.

Nakî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir, "Ji bo piştgiriya gelê Efrînê yê ku li dijî barbarîyê têdikoşe û ji bo bibîrxistina berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî em ber bi Cenevreyê ve dikevine rê. Di serî de ciwan dive hemû gelê me sibe saet 12an li pêşberî avahiya NYyê bin. Em di girêva birçîbûnê de ne."