Li Serdeştê festîvala gotina beyt û heyranên kurdî tê lidarxistin

ev festîval salane tê organîzekirin

Li bajarê Serdeştê nehemîn festîvala gotina beyt û heyranên kurdî tê lidarxistin.

Qaymeqamê Serdeştê Nejad Cîhanî ragihandiye, îsal li Serdeştê nehemîn festîvala gotina beyt û heyranên kurdî tê lidarxistin.

Nejad Cîhanî her wiha gotiye, festival dê rojên 7 û 8 vê mehê bi beşdariya bi dehan hunermend û komên hunerî were lidarxistin.