Le Monde: Tirkiye dixwaze Kurdan tune bike

tirkiye li dijî Kurdan dest bi cîhadê kiriye
کوردستان TV
100%

Rojnameya Fransî “Le Monde” diyar kir ku biryara ewlehiya Ewrûpa li herêma Efrînê ya Sûriyeyê pêk tê û hişyarî da ku parzemîna pîr dê li hemberî terorê rû bi rû bimîne, eger rêjîma Tirkiyeyê û serokê wê Erdogan li Efrînê serbest were berdan.

Rojnameya “Le Monde” di gotara xwe ya bi sernavê “Destberdana ji Kurdên Sûriyeyê dê avakirina tevgerên terorîst xurt bike”. Rojnameyê di gotara xwe de diyar kir ku artêşa Tirk ev bêtirî mehekê ye qanûna navnetewî binpê dike û çalakiya qirkirina etnîkî li dijî Kurdên bakurê Sûriyeyê li Efrînê dide meşandin. Her wiha Erdogan ji bo vê destdirêjiya xwe rewa bike îdîa dike ku Kurd teroîrst in û li hemberî sînorên wê metirsiyek in.

Nivîskarê gotarê Patrîs Fransîşî (Patrice Franceschi) propagandeya Tirkiyeyê ku Erdogan ji bo komkujiyên li dijî Kurdan dimeşîne bi propagandeya Nazî ya Hetler dişibîne da ku ji dijberên xwe xilas bibe.

Nivîskar got ku ne baş e ku em dest ji vê hevkarê xwe ya herî baş ya li herêmê berdin û destnîşan kir ku ew 5 salan bi Kurdan re maye û got ku şerê li dijî terorê dikirin û ew terorîstan baş nas dike, Efrîn beriya êrîşa Tirkiyeyê herêma herî bi ewle bû û dûrî aloziyan bû.

Nivîskar got ku ne pêkan e Kurdên ku li dijî rêxistina DIŞIê alîkariya Emerîkayê kirin bêne ji bîrkirin. Her wiha leşkerên Fransî sê salan li rex wan şer kirin û di heman demê de Erdogan Fransayê tewanbar dike ku destên wê di alîkariya terorîstan de hene.

Nivîskar wiha got: Tişta ku ez dixwazin eşkere bikim ew e ku nexweşiya Erdogan a belavkirina derewan li hemberî hemû rikberên xwe ye.”

Nivîskar got ku eger rojavayî di şerê Erdogan yê li dijî Efrînê de dest ji Kurdan ber de bê guman dê hevkariyekî herî baş ya di şerê li dijî DIŞIê de winda bikin û ev yek dê hêza rêxistinên terorîst xurtir bike.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.