Êrîşên Tirkiyeyê bo ser Efrînê didomin

artêşa tirkiye û cîhadî êrîşên xwe bo ser efrînê didomînin
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Efrînê û gundên girêdayî bajarokên Şera, Raco, Mabeta û Cindirêsê topbaran dike, ta niha şehîdek û 9 birîndar hene.

Artêşa Tirkiyê îro jî bi tundî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dide ber top û bombeyan.

Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê di daxuyaniyekê de da zanîn, çend topên artêşa Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê ketin, bi taybet li taxa Eşrefiyê û gundê Tirindê. (gundê Tirindê, bi Efrînê ve ye û bûye wek taxeke wê)

Birûsk Hesekê her wiha diyar kir, firokeyên şer yên Tirkiyê navçeyên Şera, Raco û gundê Etmana, Mabeta û riya sereke ya Cindirêsê topbaran dikin.

Wî fermandeyê YPGê ragihand, ta niha li gor amarên destpêkê welatiyekî sivîl şehîd bûye û 9 welatiyên din jî birîndar hene.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.