Serok Barzanî: Lazime êrîşên ser Efrînê bilez werin rawestandin

Serok Barzanî daxwaza rawestandina êrîşên ser Efrînê dike

Serokê Mesûd Barzanî derbarê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê de daxuyaniyek da û tê ragihand ku "em ji êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Efrînê gelekî dilgiran in. Em hêvî dikin ev êrîş ku bûne sedema wendakirina jiyana sivîlan yekser bi dawî bibin."

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em li hember êrîşên Artêşa Tirkyeyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û wendakirna canê xelkê sivîlê yê wî bajarî gelek dilgiran in."

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Em hêvîdar in ku zûtrîn dem ew êrîş rawestin û jiyana welatiyan were parastin û rewş xerabtir nebe û karesat û encamên xerab jê çênebin. Li gorî hemû serboriyên herêmê bi şer û tundkariyê qeyran û pirsgrêk bêtir kûr dibin û berfrehtir dibin û baştirîn rêk ew e ku qeyran û pirsgirêkên li herêmê bi awayê aştiyane werin çareserkirin."