Fabrîqe şewitî û 17 kes mirin

sedema şewatê hîn jî nayê zanîn

Li payîtexta Hindistanê li Yenî Delhiyê agir bi fabriqeyek ket û di encamê de 17 kes mirin.Sedema şewatê nayê zanîn lê îhtîmala ji elekrtrîkê be heye.

Fabrîqe li sîte ya sanayiya Bawanayê bû. Dema agir bi fabrîqê dikeve sê qatê avahiya fabrîqe dide ber xwe. Bodrom, zemîn û qata yekê. Ji ber di fabrîqê de maddeyên teqemenî hebûn, ewçend zêde kes mirin û piştî agir zû belav dibe, xebatakarên tê de nikarin xwe rizgar bikin.

Di encama bûyerê de 6 kes jî birîndar bûn.