Tillerson: Amerîka girîngî bi têkiliyên xwe li gel Kurdistanê dide

Amerîka girîngî bi têkiliyên xwe li gel Kurdistanê dide

Êvara roja Duşemê 15-01-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson peywendiyeke telefonî encam dan.

Di peywendiya han ya telefonî de her du aliyan sersala hev pîroz kir û hêviya salekî bi seqamgîr û pêşkeftinên zêdetir ji hev re xwest.

Di axaftina xwe de Rex Tillerson destnîşan kir, ku welatê wî herdem giringiyê dide peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê.

Tillerson balkişande ser encamên hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û da zanîn, ku Amerîka pêngavên di vî warî de giring dibîne û piştgiriyê dide diyalogê.

Rex Tillerson herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya demokrasî û hilbijartinên Herêma Kurdistan û Iraqê jî anî ziman û hêvî xwest ku Kurdistan di rûbirûbûna krîzan de serkeftî be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ku niha metirsiya derketina tundiyê heye û pêwîst zanî, ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ji bo rûbirûbûna tundxwaziyê mekanîzmayek hebe ku li ser vê yekê karê hevbeş bê kirin.

Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan herdem amade bûye guftûgoyan bike û tekez kir, ku hevdîtinên dawîn ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî derbas bûne.

Barzanî diyar kir, ku Hewlêr Washingtonê weke hevpeymanê xwe dibîne û ji bo derbaskirina rewşa niha jî pêwîstî bi piştgiriya dostane heye. Herwiha balkişande ser wê yekê ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin pêvajoyên cidî ne.

Di peywendiya telefonî de her du aliyan geşedanên li herêmê jî gotûbêj kirin.