Felah Mistefa: Pêwîste Iraq bibe welatek konfederal

sîstema niha ya Îraqê bikêr nayê

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, baştirîn sîstem ji bo çarekirina pirsgirêkên navxwe yên Iraqê, hebûna sîstemeke konfîdralî ye.

Felah Mistefa di gotarekê de, ku rojnameya Le Monde ya Fransî belav kiriye dibêje: "Ji nû ve avakirina sîstemî siyasî li Iraqê piştî sala 2003yan, bi sedema meşandina siyaseta tayfeyî ve ew sîstem biser neket. Niha eger Hikûmet û civaka navdewletî bixwazin Kurd beşekî Iraqê bin, divê rewşa niha ya Iraqê bê guhertin û dibe ku sîstema niha ya Iraqê bibe sîstemeke konfîdralî".

Felah Mistefa di gotara xwe de hişyariyê ji piştguhkirin û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê re dide û dibêje wê ew yek pêşerojekê xirab bi xwe re bîne.