Almanya 18 milyon euro amûrên leşkerî da Urdinê

Almanya dibêje hevkariyên wan bo Urdinê dom dikin

Wezîra berevanî ya Almanyayê li Urdinê ye.

Wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen di çarçoveya serdana xwe ya bo Urdinê, ew welat weke navenda aramî ya Rojhilata Navîn bilêv kir.

Ursula von der Leyen herwiha weke hevkarî kirina hikûmeta Urdinê bi qasî 18 miliyon euro amûr û alawên leşkerî da hikûmeta Urdinê.

Ev hevkariyên han pêk hatine ji 70 tirimbêlên barhelgir, 56 mînîpas û du balefirên perwerdehiya leşkerî.