Otobûsek rastî bûyera tirafîkê hat 9 kesan can da

tê gotin ku ew hemû Tirkmenên Tileferê ne

Otobûseke rêwiyan a ku ji Bakurê Kurdistanê dihate Başûrê Kurdistanê, li navçeya Silopî qulipî. Li gorî agahiyan 9 kesan canê xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar in.

 Îro danê sibê (12-01-2018), li navçeya Silopî ya Şirnexê, li ser riya deriyê Îbrahîm Xelîlê, otobûsekê kompanya geştiyarî ya Metroyê ya Iraqê qulipî.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.

Hate gotin, ku 3 kesên canê xwe ji dest dane, zarok in.

 Piştî bûyerê hejmareke zêde ya ambûlansan gihitşine cihê rûdanê û birîndar rakirine nexweşdaneya Silopî.