Iraqê rê neda ku wezîrê Belçikî serdana Kurdistanê bike

ew çend care Bexda rê nade wezîrên biyanî serdana Hewlêrê bikin

Hikûmeta Iraqê rê neda ku Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Medyaya Belçîkayê eşkere kir ku Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê Steven Vandeput dawiya meha borî xwestiye ku bi boneya ‘Christmas’ê serdana leşkerên wî welatê yê li Herêma Kurdistanê bike. Lêbelê Bexdayê rê nedaye ku ew wezîrê were Kurdistanê.

Hat gotin ku Vandeput jî li ser vê yekê aciziya xwe aniye ziman û gotiye ku ew ê bi rêya dîplomasiyê helwesta xwe li hemberî Bexdayê diyar bikin.

Leşkerên Belçîkî ji bo rahênana hêzên Pêşmerge li dijî DIŞIê, li Herêma Kurdistanê ne.